Fermandarê berê yê PKKê Mahir Sirûc: Dema em nav PKKê de bûn tîmên me yên şewatê hebûn

Fermandarê berê yê PKKê Mahir Sirûc: Dema em nav PKKê de bûn tîmên me yên şewatê hebûn

Fermandarekî berê yê PKKê radigehîn dema ku nav PKKê de bûne, yekîne û tîmên wan ên taybet ji bo şewat derxistinê hebûne û dibêje bala PKKê li ser cîhên giştî yên Hewlêrê bûye.

Fermandarê berê yê PKKê Mahir Sirûc ji BasNewsê re ragehand: ‘’Berê nav PKKê de me tîmên şewat derxistina li cîhên giştî yên Hewlêrê hebû. Taktîka wê tîmê waha bû: Destnîşankirina cîhê armanc, piştre pejirandina rêveberiya KCKê û Duyem: Diyarkirina cîh û dema guncaw bo encamdana kar. Sêyem: Helbijartina kesan ji bo cîhbicîhkirina wî karî. Ew jî bi du cureyan bû, Yekem: Sûdwergirtina li endamên partiyên din, ku nêzîkî PKKê ne li Başûrê Kurdistanê. Duyem: Bikaranîna ciwanan ji bo cîhbicîhkirinê bi pareyê pêşwext ve.’’

Herwaha got: ‘’Taktîk wisa bû, her dema ku ew kes li bajarê Hewlêrê hat girtin, PKK dê beyanameyê belav bike û dê wî tiştî înkar bike û divê ew kes jî li ser wê yekê bê perwerde kirin ku bibêje ew kesê ez perwerde kirime li derveyî Kurdistanê ye. Ji bo nimûne par pira li Hewlêrê hate teqandin.’’

Mahir Sirûc got: ‘’Ew kesên li bajarê Hewlêrê bo kiryaran waha tên bikaranîn, waha tên perwerdekirin, yekem: Bikaranîna nexşeya elektronîk a bajarê Hewlêrê û diyarkirina cîhê bûyerê. Duyem: Ew kesane li sînorê nêzîk li desthilatê PKKê tên perwerdekirin, wek nimûne li navçeya Kifrî û Xaneqîn, li cîhekî 3 meh perwerdeya îdeolojîk û leşkerî dikin û ew perwerde gelek caran tên dubare kirin.’’

Herwaha got, ji destpêkê ve guman ji wî tiştî kiriye ku ew bûyerên şewatê yên li Hewlêrê karê PKKê ye, ji ber ‘’Me nav PKKê de ew perwerde kirine, bi taybet jî şewatên waha zêdetir li Silopî û Diyarbekir û Şirnexê ku bajarên Bakurê Kurdistanê ne, li dijî şîrket û bazarên mezin ên bazirganan dihatin cîhbicîhkirin, lê dîsa jî ew bazirgan her kurd bûn.’’

Mahir Sirûc got: ‘’Tişta li Hewlêrê hate kirin, bi rêya taktîkekî cuda bûye, kesekî peywendiya wî bi gelek kesên din ve hebûye û wek torekî kar kirine. Ew madeyên bikaranîne bo piştî demekî dirêj dest bi teqandinê dike û şewat û bandorê wê yekser diyar nabe, piştî çend demjimêran bazarê de dest bi şewatê dike. Ew madeyê ku agir digrê li cîhekî tê avêtin ku bi asanî li wê derê şewat derbikeve, ew tîm nav PKKê de çalak e û li Qendîlê ji aliyê 3 fermandarên PKKê ve tên perwerdekirin û beşek ji wan taybetin ji bo teqandina otomobîlên xelkê, binkeyên partiyan û teqandina kesan, wekî di dema borî de li Kifrî pêkhat.’’

Pustên heman beş