Di nava wan de zarok û jin… Bi dehan kes di êrîşa çeteyên PKK’ê ya li ser xwepêşanderan de birîndar bûn

Di nava wan de zarok û jin... Bi dehan kes di êrîşa çeteyên PKK’ê ya li ser xwepêşanderan de birîndar bûn

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê çeteyên bi navê “Ciwanên şoreşger” êrişî xwepêşandana ENKSê kirin û bi vê sedemê bi dehan kes bi giranî birîndar bûn.

Duh roja Duşemî, 1 Tîrmeha 2024an, Encûmena Niştmanî ya Kurd ya Sûriyeyê (ENKSê) li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya Qamişloyê xwepêşandanek li dar xist, lê belê çeteyên PKK’ê bi rûyên girtî ve êrîşê xwepêşanderan kirin û di encama êrîşê de, serokê ENKSê Silêman Oso, Berdevkê ENKSê Feysel Yusuf, serokê PDKSê Mihemed Îsmaîl û serkirdeyên ENKSê Ebdulsemed Xelef Bro û Nîmet Dawud hatin desteserkirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya Encûmena Niştimanî ya Kurdî, çekdarên bi navê “Ciwanên Şoreşger” yên ser bi PKK’ê/PYD’ê ve, bi dar û keviran êrîşî ser xwepêşanderan kirin û bi vê sedemê pêtir ji 30 kesan birîndar bûn ku birîna hin ji wan girane û jin û zarok jî di nava birîndaran de hene.

Her wiha çeteyên PKK’ê zirar gihandin wesayîtên welatiyan yên nêzî cîhê xwepêşandanê û şûşên otomobîlan şikandin.

Çeteyên PKK’ê her wiha bi dehan kes ji endam û alîgirên ENKSê ku di nava wan de serokê Encûmenê jî hebû revandin û paş derbasbûna saetekê ji revandina wan ew serbest berdan.

Sedema vê xwepêşandanê, ew bû ku, ENKSê daxwaza azadkirina hevalên xwe yên ji aliyê PYD’ê ve hatîn girtin dike.

Pustên heman beş