Serok Barzanî serdana Bexdayê dike

Serok-Barzani-Bexda-info

Piştî derbazbûna nêzî şeş salan, Serok Barzanî careke din ji bo danûstandinên li ser çend pirsan serdana Bexdayê dike.

Baregayê Barzanî îro (Çarşem, 03.07.2024) di beyannameyekê de ragehand, “Serok Mesûd Barzanî bi merema hejmareke civînan bi aliyên fermî û serkirdeyên siyasî yên Îraqê re serdana bajarê Bexdayê dike.”

Piştî derbazbûna nêzî şeş salan, careke din Serok Barzanî ji bo danûstandinan li ser çend pirsên girêdayî Herêma Kurdistanê û Bexdayê û lihevnêzîkkirina aliyên Îraqê serdana Bexdayê dike.

Pirsa mûçeyan, pêkanîna Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê, doza Şingalê û hilbijartinên Serokê Civata Nûnerên Îraqê dê hin mijarên giring ên wan civînan bin.

Serdana Serok Barzanî ji bo çarekirina çend pirsên navbera Şîe û Suneyan e, ku her car di rewşên wesa de Serok Barzanî navbeynkarî jê re kiriye.

Herwesa armanca serdana Serok Barzanî ji bo vedîtina çareseriyên guncayî û bidawîhatina biyekcarî ya arêşeyên hilawîstî yên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî û danûstandinên li ser çend pirsên navbera aliyên Sune û Şîeyên Îraqê ye.

Serdana Serok Barzanî herwesa ji bo danûstandinên li ser pişka budceya Herêma Kurdistanê, mûçeyên mûçexuran, qanûna petrol û gazê, hilbijartinan, pêkanîna Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê, hilbijartinên Serokê Civata Nûnerên Îraqê, doza Şingalê, pêkanîna Civata Bilind a Federalî û hejmareke pirsên din e.

Serok Barzanî rolekî mezin di lihevnêzîkkirina aliyên Îraqî de hebûye û di dema qeyranên mezin de rizgarker bûye. Ji bilî ku Sune û Şîe her car vedigerin aliyê wî, Barzanî rolekî mezintir jî di dahêlana rih û rîşalên pirinsîpa pêkvejiyanê de hebûye.

Pustên heman beş