Serok Barzanî bi serkirdeyên Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê re civiya

Serok Mesûd Barzanî li Bexdayê bi serkirdeyên Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê re civiya.
Serok Barzanî îro 3ê Tîrmehê li Bexdayê bi serkirdeyên Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê re civiya û tekez li ser çareserkirina hemû kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin.
Gotûbêjkirina li ser pirsên navxweyî û herêmî, derbaskirina rewşên dijwar bi giştî, pirsên aborî û siyasî, çend mijarên girîng ên civîna Serok Barzanî û serokên Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê bûn.
Serok Barzanî îro serdana Bexdayê kir û çend hevdîtin bi berpirsên siyasî û îdarî yên Iraqê re pêk anîn.