Pêşmergeyan ew xalên kontrola rê yên leşkerê Tirkiyê li Amêdiyê danîbûn jê wergirtin

Pêşmergeyan ew xalên kontrola rê yên leşkerê Tirkiyê li Amêdiyê danîbûn jê wergirtin

Hêzên pêşmergeyên Kurdistanê xalên kontrola rê yên ku artêşa Tirkiyê li qeza Amêdiyê ya ser parêzgeha Duhokê ve danîbûn, ji dest wan derxistin.

Piştî zêdebûna êrîşên leşkerê Tirkiyê li ser xal û bingehên çekdarên PKK’ê di nava Herêma Kurdistanê de, liv û tevgerên çekdarên PKK’ê zêdetir ketin nava gund û bajarokên herêmên sînorî, ji ber vê yekê jî leşkerê Tirkiyê li herêmên sînorî yên qeza Amêdiyê du xalên kontrolê danîbûn.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, pêşmergeyên Kurdistanê ew du xalên xalên kontrola rê yên ku leşkerê Tirkiyê pêş niha li ser rêya sereke ya di navbera gundê Bilîzanê û Kanî Belaveyê yên ser bi qeza Amêdiyê ve danîbûn di roja 2/7/2024an de ji dest leşkerê Tirkiyê derxistin û di niha de pêşmerge bi xwe wan xalên kontrolê bi rêve dibe.

Danîna van du xalên kontrolê ji aliyê leşkerê Tirkiyê ve di nava axa Herêma Kurdistanê de, nerazîbûna gel li pey xwe anî û ev yek bûbû cîhê dil giraniya gel bi taybetî gelê welatparêz ê bajarê Duhokê.

Pustên heman beş