Malbateke Mexmûrê daxwaz dike PKK’e keça wan vegerîne

Malbateke Mexmûrê daxwaz dike PKK’e keça wan vegerîne

Çekdarên PKK’ê di karê xapandin û revandina zarokên kurdan de berdewame, herî dawî keçeke 17 salî ya nîşteciya kampa Mexmûrê jî revandiye.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, çekdarên PKK’ê keçeke Mexmûrî ya 17 salî bi navê Teybet Salih Ehmed revandiye.

Çavkaniyên Darka Mazî didin eşkere kirin, vê keçê dema salekî wek asayîşa kampa Mexmûrê kar kiriye, piştre bêy agahdarkirina malbata wê bi şofêrekî kampê re ê bi navê “Nuredîn Şemsedîn Marunsî” re, bi tirumbêleke ji cureyê MITSUBISHI ji boy bajarê Silêmaniyê hatiye şandin û li wir ber bi kampên çekdarên PKK’ê li çiya hatiye şandin.

Herwiha tekez kirin, malbata vê keçê weke nerazîbûnek çûne cem berpirsên PKK’ê û daxwaza vegerandina keca xwe kiriye, lê belê berpirsên PKK’ê ji wan re ragihandiye ku bi ti awa rê nadin ew keç careke din vegere kampê û divê li çiya bimîne û bibe gerîla.

Teybet ji şêniyên gundê Avîvan yê ser bi parêzgeha Şirnexê ye, nîştecîya kampa Mexmûrê bû, navê dayika wê Amîne ye, bavê wê di navbera sala 1990-2004an de çekdarê PKK’ê bûye, ji ber pirsgirêkên navxweyî yên PKK’ê di wê demê de ji PKK’ê qut bûye û li Mexmûrê bi cî bûye, di niha de weke karker li Bexdayê kar dike.

Pustên heman beş