Destê xwe dirêjî Ereban dikin lê dirêjî Kurdan nakin 

Destê xwe dirêjî Ereban dikin lê dirêjî Kurdan nakin 

Wek hûn dizanin, li Tirkîyê bajarê Kayserîyê ji ber hinek behane û sedeman Romîyên hov êrîşî hemwelatiyên Sûriyê kirin, mal û tirimbêlên wan şewitandin û ev yek li hinek bajarên din jî belav bû. Li hember vê yekê, li Sûrîyê jî hinek grûpên çekdar êrîşî kemyonên Tirk kirin, ew û alên Tirkîyê şewitandin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD Mazlûm Kobanî (Ebdî) têkildarî bûyerên li bajarên wek Bab, Cerablûs, Idlib û Efrînê peyamek par ve kir. Kobanî bi rêya X ê daxuyaniyek da û ev gotin bi kar anîn: “Tevgera Sûrîyeyî yên li herêmên dagirkirî nîşan dide ku em çiqasî ji hev cuda bin jî, rûmeta netewî û serxwebûnê xalên sereke ne ku me dike yek. Em êrîşên li dijî gelê Sûrîyeyê yên li Kayseriya Tirkîyê şermezar dikin û banga paraztina can û rûmeta wan dikin. Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne; Niha em bixêrhatina her welatparêzekî Sûrî dikin ku destê xwe dirêjî hemû gelê Sûrîyê bikin da ku welat û gelê xwe rizgar bikin“.

Bi vê daxuyaniyê carek din eşkere bû ku ji kesên wek Kobanî, HSD, PYD û PKK re ne brayetiya Kurdan lê brayetiya Tirk, Ereb û Farisan ferztir e. Kesên ku her roj êrîşî ENKS û ofîsên wê dikin, alên Kurdistanê dişewitînin, Kurdên welatperwer direvînin û asaqan li wan dikin, destê xwe dirêjî Erebên Sûriyê dikin  û ji wan re dibin sîwan.

Çi nav li vê yekê tê kirin em nizanin, lê ji qewla Sofî Ehmed ve, bixwederîtin jî hunerek bi serê xwe ye…

 

Pustên heman beş