Artêşa Tirkiyê ji 1 vê mehê 21 çekdarên PKKê kuştine

PKK-Turkey-Gerila-Pence-Info

Di sê êrîşên cuda de ku li herêmên Başûrê Kurdistanê hatine encam dayîn, balafirên şer yên dewleta Tirk 21 çekdarên PKKê kirine armanc.

Li gorî ajansa Anadoluyê, artêşa Tirkiyê bi êrîşên asmanî li rojên 1, 2 û 3 Tîrmeha 2024ê, 3 êrîş li deverên operasyona Pence li Başûrê Kurdistanê li dijî liv û tevgerên PKKê encam da ne û 21 çekdarên PKKê kuştine.

Êrîş wisa bûn:

Li 1/7/2024ê bi êrîşa asmanî 2 çekdar hatine kuştin.

Li 2/7/2024ê bi êrîşa asmanî 13 çekdar hatine kuştin.

Li 3/7/2024ê bi êrîşa asmanî 6 çekdar hatine kuştin.

Rêxistina PKKê derbarê vê zirar xwe ti agahî nedane û tenê di medyaya xwe de amaje zêdebûna êrîşên hewayî yên dewleta Tirk kirîye.

Artêşa Tirkiyê roja 17ê Nîsana 2022an di nav axa Başûrê Kurdistanê de bi hinceta hebûna binke û baregehên çekdarên PKKê dest bi operasyona bi navê “Pence-Kilîd” kir û operasyon heta niha berdewame.

Operasyona “Pence-Kilîd” navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên li sînorê navçeya Amêdiyê li xwe digre.

Pustên heman beş