SOHR: Li Efrîn û Ezazê 12 xwepêşander hatin girtin û bo Tirkiyeyê hatin birin

Efrin-Ezaz

Hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, li Efrîn û Ezazê 12 welatiyên ku beşdarî xwepêşandanan bûne girtin û birin Tirkiyeyê.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) belav kir, hêzên Tirkiyeyê bi piştevaniya grûpa “Polîsa Leşkerî” dest bi kampaniya girtinê li gundewarê bakurê Helebê kirin, ew jî piştî temaşekirina vîdyoyan û naskirina kesên beşdarî xwenîşandanên li dijî Tirkiyeyê û komên alîgirên wan bûne.

Diyar kir jî, “hêzên Tirkiyeyê li Ezazê 4 welatî girtin û derbasî Tirkiyeyê kirin. Herwiha li Efrînê jî 8 welatî hatin girtin û ber bi cihekî nediyar ve birin û heta niha çarenivîsa wan nayê zanîn.”

Amaje bi wê jî kir, herdu grûpên bi navên “El-Emşat” û “Hemzat” jî piştgiriya xwe ji kampaniya girtinê re ragihandin û hêzên xwe li Efrînê bicih kirin.

Ev yek piştî wê tê, erebên hawerde berî du rojan li Efrîn û navçeyên din ên bakur û rojavayê Helebê, yên di destê artêşa Tirkiyeyê û çekdarên opozîsyona Sûriyeyê de ne, xwepêşandan li dijî êrîşa li penaberên Sûrî li bajarê Qeyseriyê yê Tirkiyeyê û daxuyaniyên pêwendiyên asayîkirina pêwendiyên Tirkiye – Sûriyeyê, derketibûn.

Li gorî zanyariyan jî, di xepêşandanan de 6 xwepêşander li Efrînê û xwepêşanderekî din li Cerablusê hatin kuştin û zêdetir ji 20 xwepêşanderên din jî birîndar bûn.

Pustên heman beş