Partiya Karkeran dixwaze gundên Dihokê çol û wêran bibin

Guherze-u-aqare-Dergela-Musa-Bege-Gize-net

Rêxistina PKKê di 3 rojên borî de bi enqest xwe nêzî derdûra gundên sînorê parêzgehîya Dihokê dike û ev yêk bû sedem ku ji serê vê mehê ve 10 gund û deverên diyar ên vê parêzgehê bikevin ber êrîşên balafirên Tirkiyê.

Çavkaniyên Darka Mazî aşkere kir ku ji 30 Xizîran heya 2 Tîrmeha îsal 2024ê ango di sê rojan de, bi sedema liv û tevgerên PKKê, artêşa Tirkiyê bi êrîşên asmanî 10 gund û deverên Dihokê bordoman kirine, zirarek mezin bi aqarê wan gundan ketiye.

Ev der ketine ber êrîşan:

Hindavî Guherzê.

Geliyê Rişave.

Geliyê Bazê.

Gundê Bazê

Dergela Mûsa Begê.

Gundê Mîska.

Gundê Sergelê.

Çiyayê hindavî devera Şara li aqarê gundê Sergelê.

Aqarê gundê Sipîndarê

Deriyê Bêra li hindavî aqarê gundê Berçê.

Êrîş wisa bûn:

Li 30/6/2024:

Demjimêr 7:40 Ta 8:00 şevê firokên leşkirê Tirkiyê Deriyê Bêra û tûnela PKKê li hindavî aqarê gundê Guherzê, Geliyê Rişave li ‏ nahiya Dêrelokê ‏bordomankirine û pitir ji 7 mûşekan lêdane.

Demjimêr 3:10 Ta 3:40 nîvro topxaneyên leşkirê Tirkiyê 5 gulletop li Geliyê Bazê û gundê Mîska ‏ li devera Berwarî Bala dane.

Her êvarî girûpekî çekdarên PKKê ku hejmara wan nehatiye zanîn çûne gundê Mîska û Dergelê ‏li nahiya Kanî Masê û ji aliyê firokên leşkirê Tirkiyê ve hatine bordomankirin û hemî hatine kuştin.

Li 1/7/2024:

Demjimêr 3:45 nîvro topxaneya leşkirê Tirkiyê Geliyê gundê Sergelê ‏ li nahiya Dêrelokê topbaran kiriye.

Li 2/7/2024:

Demjimêr 12:40 Ta 1:35 nîvro topxaneyên leşkirê Tirkiyê navenda gundê Dergela Mûsa Begê li ‏ devera Berwarî Bala bordomankiriye.

Demjimêr 4:00 Ta 4:36 êvarî topxaneyên leşkirê Tirkiyê Deriyê Bêra tûnela hindavî gundê Guherzê, serê Çiyayê hindavî devera Şara li aqarê gundê Sergelê topbaran kirine.

Demjimêr 7:55 Ta 8:13 Şevê firokên leşkirê Tirkiyê aqarê gundê Sipîndarê li devera Berê Gare, Deriyê Bêra li hindavî aqarê gundê Berçê, her wiha hindava gundê Guherzê bordoman kirine.

Demjimêr 10:30 Ta 10:40 şevê firokên helîkopter yên leşkirê Tirkiyê bi çekê doşke teqe li Geliyê gundê Bazê ‏ devera Berwarî Bala kiriye û di heman demda 5 mûşek li wî cihî dane.

Ji meha Gulana îsal 2024ê ve û paş dijwarbûna êrîşên dewleta Tirk, rêxistna PKKê bi enqest çekdarên xwe dişîne dorbera gundên parêzgeha Dihokê, ev gund jî dewam dikevin ber êrîşan û vê nîgeraniyek mezin li cem şêniyên gundan çêkiriye û PKKe vê yekê bi zanebûn dike û dixwaze ew gund û herêmên Dihokê ji şênîyan werin vala kirin.

Pustên heman beş