Serokê Sendîkaya Karkerên Dihokê: PKK destê xwe dirêjî nanê xelkê feqîr û karkeran dike

Serokê Sendîkaya Karkerên Dihokê: PKK destê xwe dirêjî nanê xelkê feqîr û karkeran dike

Serokê Sendîkaya Karkerên Dihokê Velat Ozmanî diyar kir ku PKK zirarê dide aboriya herêmê û debara gel. Ozmanî di derbarê xisara şewata ku PKK li bajêr da û di debarê gel û aboriya herêmê de daxuyanî da.

Ozmanî bi bîr xist û got: “Berê bi saya berhemên ku ji gundan dibirin bajaran qezencek aborî ya mezin dihat bidestxistin. Lê gelê herêmê ji ber dagîrkeriya PKK li herêmê zirarek mezin dîtiye“.

Ozmanî got ku, “PKK ji sala 1991ê û vir ve li vê herêmê zirarê dide me. Ev rêxistin rê nade ku xelk vegerin ser erd û gundên bavê xwe”. Ozmanî bal kişand ku PKK aboriya Herêma Kurdistanê xerab kir, gund hatin valakirin û got: “PKK bi sedan gund şewitandin. Gund li ber wêrankirinê ne. PKK nan û debara gelê feqîr û karkeran ji destê wan distîne”.

Ozmanî bal kişand ser dagîrkirina navçeya Şingalê ya Mûsilê ya ji alî PKK ve û diyar kir, peymana Şengalê ya ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatibû îmzekirin, ji ber PKK’ê nehat cîbicîkirin.

Ozmanî got: “Rewşa Şengalê bandorê li Duhokê jî dike. Ji ber ku Êzdiyên ji Şengalê reviyane li Dihokê dimînin û pêwîstiya wan bi kar jî heye”.

Ozmanî diyar kir, 260 esnafên ku li Bazara Çelê a Dihokê dikanên wan şewitîne wê li dijî berpirsên şewatê yên endamên PKK dozê vekin û got ku ewê bi rêya hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwazên xwe bigihînin hikûmeta Iraqê.

Pustên heman beş