12 sal bi ser komkujiya malbata Şêx Henan bi destê çekdarên PYD’ê derbas dibin

12 sal bi ser komkujiya malbata Şêx Henan bi destê çekdarên PYD’ê derbas dibin

Îro roja Pêncşem 4ê Tîrmeha 2024an, 12 sal bi ser komkujiya ku ji aliyê çekdarên PYD’ê ve li ser malbata Şêx Henan Şêx Hesen ya ji gundê Afrazê yê navçeya Mabataya Efrînê pêk hatî, derbas dibin, di vê komkujiyê de Şêx Henan û kurê wî Ebdulrehman di malên xwe de hatin kuştin, û kurê duyemîn jî di bin êşkenceya hovane de di zindana Racuyê de hat kuştin.

Komkujiya hovane ya ku çekdarên PYD’ê di 4ê Tîrmeha 2012 de bi şev pêk anî, piştî wê yekê hat ku van çekdaran di saet 12ê şevê de bi ser mala Şêx Henan ya li navenda bajarê Efrînê de girtî, çend rojan piştî êrîşa li ser gundê Afrazê di 29ê Hezîrana 2012ê de û girtina endamê Encûmena Herêmî ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriye (PDK-S) Haşim Şêx Nesan di mala xalê wî Emîn Şêx Kulîn de.

Çekdarên PYD’ê termên şehîd Şêx Henan û kurê wî Ebdulrehman kaş kirin û avêtin ser kolana nexweşxaneya Dêrsimê, û nehiştin ku malbatên wan nêzîkî cenazeyan bibin da ku bi axê bispêrin, cenazeyên wan bi saetan li ser cadeyê man, piştre çekdarên PYD’ê dest bi talankirina mala Şêx Henan û cînarê wî Ezedîn Mûsa yê şêniyê gundê Remezan kirin û paşê mal û dukanên wan jî şewitandin.

Çekdarên PYD’ê çendîn rojan çûnûhatina di nava bajarî de qedexe kir, piştî şehîdkirina 3 kesan ji malbatê, desteserkirina 27 kesan hêjan jî berdewam bûn li ser şehîdkirina endamên vê malbata welatparêz û biryara kuştina 12 kesên din jî derxist, lê destwerdana Serok Mesûd Barzanî nehişt ku ew komkujî berfirehtir bibe.

Sedemên encamdana vê komkujiyê ev bû ku malbata Şêx Henan malbateke welatparêz û li ser rêbaza Barzanî bûn, û ne li ser şopa PKK’ê û PYD’ê bûn, herwiha li dijî rêjîma Sûriyê bûn, loma PYD’ê ew malbata navdar armanc kir û ev  komkujiya hovane encam da. 

Di 10/7/2012 û li gor rêkeftina Desteya Blind rêkeftinek bi fermî li Herêma Kurdistanê bi serpereştiya serok Mesûd Barzanî hate îmzekirin, li gor wê rêkeftinê hêdî hêdî girtiyên malbata Şêx Henan serbest hatin berdan, ku di zîndana Reş de li gundê Şêx Bila yê Raco bûn û yekem car ew zindan bo girtiyên wê malbatê hatibû vekirin.

Komkujiya malbata Şêx Henan destpêka zincîra armanckirina Encûmena Niştimanî ya Kurdî, Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya û her kesekî bû ku ne li gorî hizirûbîrên PKK’ê û PYD’ê bû, pişt re bi dehan komkujî wek Amûdê, Kobanê, Burc Ebdalo, Al Bedro, Til Xezal ji aliyê çekdarên PYD’ê ve li Rojava hatin encamdan, sereray şehîd kirin û revandina serkirdeyên kurd wek şehîd Nesredîn Birhik endamê Polîtbîroya PDK-Sê û serkirdeyê revandî Behzad Dorson endamê Polîtbîroya PDK-Sê û bi sedan ji serkirde û endamên din li seranserî rojavayê Kurdistanê bi destê çekdarên PYD’ê hatine encamdan û hîn jî di kiryarên xwe berdewam in.

Pustên heman beş