Mesûd Pizîşkiyan wek serokê nû yê Îranê hat hilbijartin

Mesûd Pizîşkiyan wek serokê nû yê Îranê hat hilbijartin

Encamên dawî yên gera duyem a hilbijartinên Serokkomariya Îranê hatin ragihandin û Mesûd Pizîşkiyan wek Serokkomarê Komara Îslamî ya Îranê hat hilbijartin.

Piroseya dengdanê ya gera duyem a hilbijartina Serokkomarê nû yê Îranê duhî 5ê Tîrmehê li navxwe û derveya Îranê hatibû kirin û Mesûd Pizîşkiyan û Seîd Celîlî di vê gerê de hevrikî dikirin.

Rêjeya beşdariyê di gera duyemîn a hilbijartinên pêşwext yên Serokkomariya Îranê de, %49,8 bû. Wezareta Navxwe ya Îranê jî ragihand, Pizîşkiyan dora ji %55 ê dengan bi dest xistiye.

Mesûd Pizîşkiyan ji eniya reformxwazan bi 16 milyon û 384 hezar û 403 dengan bidest xistin. Seîd Celîlî yê eniya muhafazakaran jî, 13 milyon û 538 hezar û 179 deng bidest xistin.

Pustên heman beş