Şerê bi şêwir ê di navbera çekdarên PKK’ê û leşkerê Tirkiyê li Amêdiyê berdewam dike

Şerê bi şêwir ê di navbera çekdarên PKK’ê û leşkerê Tirkiyê li Amêdiyê berdewam dike

Şerê sexte yê di navbera leşkerê Tirkiyê û çekdarên PKK’ê di nava axa Herêma Kurdistanê de berdewam dike, her ku diçe leşkerê Tirk bêtir derbasî nava axa Herêma Kurdistanê dibe û PKK’e jî paşve vedikişe û cihên ku bi ti awa PKK’e razî nedibû teslîmî pêşmerge bike, bêy şer teslîmî leşkerê Tirkiyê dike.

Di du rojên raborî de artêşa tirk li ser xeta Amêdiyê Şêladizê bêtir çalak bûye û hejmarek ji wesayîtên xwe yên leşkerî bêy ku ti pirsgirêk ji aliyê PKK’ê ve ji wan re çê bibe derbasî Amêdiyê û bi taybetî devera Nihêlê kirin, leşkerê Tirkiyê derbasî gundên Sergelê, Balave û Guherzê bû û çekdarên PKK’ê jî bi teqandina çend guleyên tifengê ji boy ku wisa nîşan bidin li ber xwe didin tev herêm teslîmî leşkerê Tirkiyê kir.

PKK’ê bêy şer baregehê xwe ê sereke yê li gundê Sergelê teslîmî leşkerê Tirkiyê kir, wesayîtên leşkerî yên Tirkiyê ji Bakurê Kurdistanê bêy ku ti pirsgirêk ji wan re derkeve di herêmên ku berê di bin desthilatdariya PKK’ê de bûn û rê nedida ti kes derbasî wan herêman bibe, derbasî Amêdiyê bûn û çûn gundê Sergelê, PKK’e paşde vekişiya û bi tenê çend guleyên tifengê teqandin heya ku di çapemeniya xwe de wisa nîşan bide li ber xwe dide û xelkê pê bixapîne, lê gelê herêmê bi vê senaryoya şerê sexte dizane û êdî her tişt ji wan re zelal bûye.

Niha li sîlsîle çiyayê Metîna bi tenê çend çekdarên PKK’ê di tunela dikeve çiyayê Metîna yê hindavî gundê Guherzê mane, PKK’ê her der teslîm kiriye û li gor tişta tê dîtin di demek nêz de dê wê derê jî teslîm bike.

Ev şerê bi şêwir yê ku di navbera çekdarên PKK’ê û leşkerê Tirkiyê de dimeşe, bûye xetereya mezin li ser gelê herêmê, gundên Nihêlê dişewitin, top bi navenda gundên wan dikevin û gel pirr perîşan bûye, rojane ev gund bi sedema vî şerê sexte rastî şewitandinê û topbarankirinê tên û êdî jiyana şêniyên van gundan ketiye di xeteriyê de, PKK’e jî bêy ku girîngiyê bi jiyana şêniyên vê herêmê bide, bêy guhdane daxwazên gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê her ku diçe bêtir leşkerê Tirkiyê kaşî nava axa Herêma Kurdistanê dike.

Di sosyal medyayê de jî gelê devera Nihêlê daxwaza rawestandina vî şerê sexte û bi şêwir dikin û dixwazin ser û malê wan bê parastin, lê belê ev yek ne ji PKK’ê re û ne jî ji Tirkiyê re negirînge, ji PKK’ê re propaganda medyayî û ji Tirkiyê re jî zêdetir dagirkirina Başûr tişta here sereke û giringe, di vê navberê de yên ku rastî zirarê tên bi tenê gelê herêmê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne.

Belê, PKK’e ne ji boy rizgarkirina Kurdistanê, belku ji boy zêdetir dagirkirina Kurdistanê û jinavbirina take perçeya azad a Kurdistanê dixebite, mixabin heyanî radeyekî mezin jî di vî karê xwe de bi ser ketiye.

Pustên heman beş