Nasnameya 3 Gêrîlayên berî salekê hatine kuştin ji nû aşkere bû

Gerila-Agirî-info

Rêxistina PKKê îro nasnameya sê çekdarên xwe yên din aşkere kir ku li sala rabûrî 2023ê ketine ber êrîşan û ji nû ve mirina wan îfşa bû.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja şemî 6/7/2024ê nasnameya sê çekdarên xwe aşkere kir ku li çirya paşîn ya sala rabûrî 2023ê li Agirîya Bakurê Kurdistanê ketine ber êrîşan û ji wê demê ve mirina wan veşartî hişitbû.

Navên wan wisaye:

Ferha Hacî ji Girkê legê yê Rojavayê Kurdistanê ye.

Suat Ozele ji Mûşa Bakurê Kurdistanê ye.

Mecîd Delayîmîlane ji Makû ya Rojhilata Kurdistanê ye.

HPGê dîsa di pesnê van çekdaran de gotiye ew li pey felsefa Apo hatin û tevlî bû û ji bo Apo mirin!.

Pustên heman beş