Hêzên Parastina Başûrê ên PKKê wek hêzên Şewitandina Başûr tevdigerin

Hêzên Parastina Başûrê ên PKKê-Info

Aşkerekirina kesên ku li Herêma Kurdistanê bazar şewitandine ji aliyê PKKê ve hatine perwerdekirin û erkdarkirin di rojeva Kurdan de cihekî girîng girt. Di heyama ku gelê Kurdistanê herî zêde pirsgirêkên aborî dijîn, ji ber şewitandina bazaran bi sedan esnaf zirar dîtin. Ziyanên şewata bazarên Hewlêr û Duhokê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve hatin qerebûkirin û bazarên nû jî mexdûran re hatin avakirin.

Lê divê Kurd, bi taybetî Başûrê Kurdistanê, li ser mijara şewitandina dikanên esnaf û cihên sermaya Kurd lê hene, PKKê baş nîqaş bikin. Mesele ne hûrgiliyên bûyerê yan jî çîroka ev çûye yê dî hatîye nîne. Mesele ev e; Tevgereke ku îddîa dike ku li ser navê Kurdan tevdigere, bi taybetî jî PKKe ya ku dibêje ez demokrasî û mirovahiyê hînî tevahiya Rojhilata Navîn dikem, çawa dikare bi sedan dikanên esnafan û cihên ku bi hezaran Kurd nanê xwe lê dixwin bişewitîne?

Ne hewce ye ku mirov şok û matmayî bimîne. Her kesê ku PKKê nas dike, baş dizane ku PKKe ji bo berjewendîyê xwe ne tenê bazarê Qeyserî dikare dolikê benzînê bigire dest xwe û tevahiya Kurdistanê bişewitîne. Heke em li Bakûrê Kurdistanê binêrin em ê vê rastîya PKKê bi hêsanî bibînin.

Qonaxa pêncemîn êrîşa ku PKKê li dijî Herêma Kurdistanê dabû destpêkirin

Mixabin heta niha li Başûrê Kurdistanê rastî û dîroka PKKê û bi taybetî jî stratejiya PKKê ya Başûrê Kurdistanê nehatiye fêmkirin. Mirovên li Başûr bi dîtina gotinên rêveberên PKKê û daxuyaniyên wan ên ji raya giştî re, hewl didin PKKê fam bikin. Ew xelet e. PKKe van daxuyaniyan ne ji bo ravekirina siyaseta xwe, ji bo bandorê li ser raya giştî bike,dike. Bînin bîra xwe, qûdîka mirovî karê mirovî ye. PKKe ji bo Başûrê Kurdistanê gotina “divê Başûr azad be, yekîtiya neteweyî pêk were, gelê Başûr li dijî dagirkeriyê derkeve, em ê Başûr li dijî dagirkeriya dewleta Tirk biparêzin” bikar tîne. Lê PKKe tam berevajî vê yekê tevdigere. PKKê ji sala 2013an ve li dijî Başûrê Kurdistanê stratejiyeke ji pênç qonaxan pêk tê dimeşîne. Weke pêgeha Dark Mazî me di sala 2019 an de di nivîsa xwe ya bi sernavê “PKK biryara şer li dijî hikûmeta Başûrê Kurdistanê da” de ev siyaseta PKKê aşkere kiri bû. Li wir me got ku PKKê di sala 2019 an de dest bi Qonaxa pêncemîn a şerê li dijî Herêma Kurdistanê kir û niha jî dixwaze xwe li pişt tevgereke gel veşêre û ji bo şerê Gerîla bi Pêşmerge re derbixe. Lê yên ku nizanin PKKe çiqasî bêhiş û bêwijdaniya Kurdan dike, nikare axaftinên wiha jî fam bike. Lê bi rastî PKKe dijminatiyeke tûnd dike. Argumanên dijminatiyê çêdike, sazî û bingehê wê yê derûnî diafirîne.

Hewldanên PKKê yên avakirina hêzeke leşkerî li Başûrê Kurdistanê

Yek ji wan tiştên ku PKKe ji sala 2014an vir ve li Başûrê Kurdistanê dixwaze bike ew e ku li Başûrê Kurdistanê ji Başûrîyan hêzeke leşkerî biafirîne û li pişt vê hêzê xwe veşêre. Li Başûr weke ku şerekî navxweyî heye rabigehîne. Ji bo vê jî xort û keçên ên Başûrê Kurdistanê ku di dema DAIŞê de li ser xeta Kerkûkê, Silêmanîyê tevlî xwe kirî di bin navê perwerdeya xweparastinê de perwerde bike û wan li cem xwe bihêle. Armanca wan ew bû ku bi piştgiriya milîsên Mexmûrê hêzeke wiha ava bike, nasnameya Iraqî bide wan û di dawiyê de vê hêzê li Mexmûrê bi cih bike, hêzeke mîna YBŞê li Şengalê ava bike û wê bike nava sîstema Heşda Şabî. Çawa ku YBŞe şûrê kolonyalîstan li dijî Kurdistanê bi kar anî, vê carê jî bi heman awayî biryar da ku şûrekî din çêbikin: Hêzên Xweparastina Başûr.

Hêzên Xweparastinê yên Başûr bombeya xiyanetê bû PKKê avêtî nav Kurdan

Di 1 ê Tîrmeha 2019 an de çapemeniya PKKê avakirina rêxistina bi navê “Hêzên Xweparastinê yên Başûr” ragihand. Li gorî daxuyaniyê, ev ciwan ji hêzên Bradost û Behdînan pêk tên. Û li gorî daxuyaniyê, ew rêxistineke serbixwe bû ku tu pêwendiya wan bi kesî re nebû û dê Başûr biparêze.

Lê belê ev rêxistin rêxistineke ku wê di êrîşa PKKê ya li dijî Hewlêrê de bihata bikaranîn û xelkê Başûr tê de pir kêm bûn. Dema ku nikarîbû vê hêzê bike hêzeke fermî ya Heşdî Şeibî, weke rêxistineke îhtîyat, weke mayinekê ku kengê bixwaze dikare biteqîne dest xwe da girt. Di şerê ku PKKê ji sala 2019 an û vir ve li dijî hikûmeta Kurdistanê dimeşîne de ev mîsyon wê bi cih bînin. Binêrin piştî vê dîrokê PKKê li Başûrê Kurdistanê çi kir?

Çi qewimî?

1- 19 ê Tîrmeha 2019 an PKKê li xwaringeha Hewler ya bi nave Hokkabaz 3 kes kuştin ku di nav wan de efserekî Balyozxaneya Tirkiyê jî hebû. Em yekser lê zêde bikin ku PKKê li tu derê cîhanê, Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî di nav de, dîplomatekî Tirk heya nûke nekuştiye.

2- Di dema operasyonên dewleta Tirk de tevî hemû daxwaz û israra hêzên Pêşmerge ku PKKe cihên xwe radestî wan bike ji bo Tirk nekevinê, lê PKKê ev pêşnîyarî qebûl nekir û herêm radestî Pêşmerge nekir. PKKe bû sedem ku Hêzên Çekdar ên Tirk bi kûrahîya 60-80 km bikevin nava axa Başûrê Kurdistanê.

3- PKKê ji sala 2019 an ve 12 Pêşmerge şehît kirin Di kemînekê de bi mûşekê wesayîta Pêşmerge xist. Hin cara sûîqestê pêk anîn, wek qetilkirina Gazî Salih Alîxan.

4- Di 31 ê Tebaxa 2021 an de li kampa Qadîya ya ku Êzidî lê dijîn teqînek pêk anî û di encamê de 2 zarokan jîyana xwe ji dest da.

5- Hat zanîn ku PKKe li gelek kampên ku Êzidî lê dijîn bi hind hinceta şewat pêkanî.

6- Di 28 ê Cotmeha 2020an de, PKKê li Mêrdînê boriya petrolê ya Kurdistanê teqand û Herêma Kurdistanê rojane 10 milyon dolar zirar dît.

7- Di 18 ê Sibata 2022 an de boriya nefta Kurdistanê ya ji Mereşê derbas dibû teqand.

8- Di 11 ê Îlona 2023an de bombeyek li ser pira Şoreş a Hewlêrê teqiya û hat zanîn ku endamekî PKKê teqîn pêk aniye.

9- Di vê navberê de, xebatkarên berê yên PKKê yên ku ji wan veqetîyayî nêzî 10 kes ji van bi hinceta sîxûrî kuştin.

Binêrin PKKe di sala 2019an de hêzên bi navê “Hêzên Parastina Başûr” ava kir. Ev çar sal derbas bûn. Eger em bala xwe bidin tiştên ku me li jor di van çar salan de behis kirî, Herêma Kurdistanê ji ber PKKê çiya û newalên herî berhemdar ên welatê xwe ji dest da, Pêşmerge û kadroyên wê yên hêja şehîd ketin û bi milyonan dolar dahatê petrol xisar bû. Bi gotin, hêza ku qaşo Başûr diparêze, hewl da ku qedera Başûr xera bike.

PKKe, mîna nûjê, destkeftiyên Şoreşa Başûr û gelê Başûrê Kurdistanê dimije û bi vê mijandinê xwe zindî dihêle. PKKe di berdêla êrîşa li ser şoreşa Başûr, xizmeta Îran, dewleta Tirk û Heşdî Şeibî dike. Em ne tenê behsa çar salên dawîn dikin, 30 sal in ku PKKê ji gelek aliyan ve xisareke madî û manewî gîhandîye Başûrê Kurdistanê. Bi qasî serê derzîyê mifa nedaye Başûr.

Mîna ku dîroke wiha ya PKKê nîne hinek radibin û dibêjin PKKe çawa kariye tiştekî wiha bike? Yên ku matmayî dimînin PKKê û dîroka wê qet fehm nekirîye an jî naxwazin fam bikin.  

Pustên heman beş