KCK’ê daxuyanî da û îtîraf bi xîyanetê kir

KCK’ê daxuyanî da û îtîraf bi xîyanetê kir

Hevserokatiya Konseya Rêvebera Koma Civakên Kurdistanê (KCK’ê) têkildarî êrişên dewleta Tirk li ser binke û baregehên PKK’ê yên di nava Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek da, di vê daxuyaniya xwe de weke her car êrîşî ser PDK’ê û Barzanî kir, ev ne tiştek nû ye, ji ber ku KCK’e-PKK’e ti daxuyaniyekê nade ger PDK’ê weke sedema şikestina xwe destnîşan neke, tişta balkêş di daxuyaniya KCK’ê de ev bû ku bi awayekî ne rasterast îtîraf bi xîyaneta li Kurd û Kurdistanê û caşatiya xwe ya ji dewleta dagirker a Îraqê re kir.

Îro roja Yekşemî 7/7/2024an KCK’ê daxuyaniyek têkildarî êrîşên dewleta Tirkiyê li ser binke û baregehên PKK’ê yên di nava Başûrê Kurdistanê de parve kir, di vê daxuyaniya xwe de careke din xwest PDK’ê wek sedema şikestina xwe nîşan bide û bang li berpirsên Heşda Şebî yên hevalbendên xwe di nava Hikûmeta Îraqê de jî kir ku li dijî êrîşên Tirkiyê bisekinin, bi awayekî din mirov dikare bibêje ku KCK’ê daxwaz ji Heşda Şebî kir bi hinceta hebûna Tirkiyê ewjî bên nava xaka Herêma Kurdistanê de.

Tişta herî balkêş di daxuyaniya KCK’ê de ev bû ku bi ti awa bas li “Herêmên Parastina Medya” nekir, ji ber ku her der teslîmî Tirkiyê kiriye û bi binavkirina êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê xwest atîfeya gelê Başûr muhateb wergire û wan li dijî Tirkiyê han bide, lê belê êdî nema gelê kurd bawer ji vê senaryoya PKK’ê bike, êdî gelê Başûr bi taybetî gelê ku li deverên niha şer lê dimeşe baş fêm kirine, ev ne şere, belku êrîşeke hemaheng ya PKK’ê û leşkerê Tirkiyê ye ji boy dagirkirina Başûr, êdî gelê Başûr fêm kiriye PKK’e temsîla xeta xîyanetê dike.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de got, “sewqiyata çek û leşkeran ku wesaîtên zirxî jî di nav de bû, ji rêyên fermî û eşkere têne kirin, ku ev yek jî nîşan dide ku lihevkirinek heye.” KCK’ê xwest bi vê yekê PDK’ê sûçbar bike û bi Tirkiyê re li hev kiriye, lê rastî berevajî vê yekê ye, ger lihevkirinek jî hebe ev lihevkirin di nêvbera PKK’ê û Tirkiyê de heye, sewqiyeta çek û leşkeran ku wesaîtên zirxî jî di nav de ne tev li Herêmên ku PKK’e bi “Herêmên Parastina Medya” binav dike re hatine, ew di rêyên berifireh de yên ku leşkerê Tirkiyê di nava baregehên sereke yên PKK’ê li “Herêmên Parastina Medya”re derbas kirine re hatine û derbasî Başûr bûne, PKK’ê yek gule jî neberda wan.

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de KCK’ê ragihand, “tevgera me li Îraqê weke rêxistina qedexekirî hate ragihandin ku ev hewildan, vê rastiyê bi şênberî radixe pêş çavan. Naxwe, tevgereke ku her tim bi dewlet û gelê Îraqê re di nava têkiliyeke dostane û piştevaniyê deye, çima ji aliyê hikûmeta Iraqê ve weke rêxistina qedexekirî bê rakirin?” ev daxuyaniya KCK’ê piştî wê yekê tê ku berdevkê wezareta navxwe ya Îraqê û şaneya ewlehiyê Mîqdad Mîrî roja Duşemê 1/7/2024an di konferanseke rojnamevanî de gotî: “ew kesên ku bi tometa şewitandina bazarên Hewlêr, Duhok, Kerkûk û deverên din yên Herêma Kurdistanê hatine girtin, endamên rêxistina qedexekirî ya PKK’ê ne”. Bi vê yekê bi awayekî ne rasterast PKK’ê îtîraf bi xîyaneta xwe kir, îtîraf bi vê yekê kir ku têkiliyên wê yên nihênî bi yek ji dewletên dagirker û qirkerên Kurdistanê re ku ew jî Îraqe heye, pêwîst dike gelê me ji PKK’ê bipirse, gelo çima hûn bi dewlet û gelê Îraqê re di nava têkiliyeke dostane û piştevaniyê dene? Ma qey dewleta Îraqê jî mîna dewleta Tirkiyê ne dewleteke dagirker û qirkere? Gelo ma ne dewleta Îraqê bû kurd enfal, kîmyebaran, derbeder û komkuj kirî? Ma qey karesatên dewleta Îraqê bi ser gelê kurd anîn hindikin?

KCK’ê her wiha pirr bi rû qayîmî bang li hunermend û rewşenbîrên kurd kir ku li dijî PDK’ê derkevin û ragihand, ” li holê lihevnekirinek nava Kurdan an jî lihevnekirinek nava rêxistinên kurdan nîne. Divê nêzîkatî û nirxandineke bi vî rengî neyê nîşandan. PDK bi rengekî vekirî bûye parçeyek ji siyaseta qirkirina Kurdan. Pêwîste her kes vê rastiyê bibîne û li gorî vê yekê nêzîkatiyeke rast nîşan bide.” lê belê her kes vê heqîqetê baş dizane ku ev ne PDK’e, belku PKK’eye ku bûye parçeyek ji siyaseta qirkirina kurdan, PKK’ê hem bi dewleta Tirkiyê, hem Îraqê û hem jî Sûriyê re têkiliyên veşartî hene û bûye derê di destê van dewletan de ji bo lêxistina Kurdan, PKK’e temsîla xeta xîyanetê li har çar parçeyên Kurdistanê dike, ev jî di vê daxuyaniya KCK’ê de bi zelalî xuya dibe. Êrîşên PKK’ê yên li ser PDK’ê û Barzaniyan bi tenê ji boy veşartina vê xîyanta xwe ye.

Pustên heman beş