100 rojin rojnamevan Rakan Ehmed ji aliyê çekdarên PYD’ê hatiye revandin

100 rojin rojnamevan Rakan Ehmed ji aliyê çekdarên PYD’ê hatiye revandin

Di 29ê Adara 2024an de grûpeke çekdarên ser bi rêveberiya PYD’ê ve êrêşî ser mala endamê pa$rtiya Demokrata Kurdistan – Sûriya, li bajarokê Girkêlegê rojnamevan Rakan Ehmed, kirin, û ew rojnemavan bi rengekê hovane revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Di daxuyaniyeke taybet de bi malpera Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya, yekî ji malbata rojnamevan, Rakan Ehmed, got: “Ji dema revandina Rakan ve, em di rewşeke tirs de dijîn. Heya niha ti agahî li ser çarenivîs û sedema girtina wî li ber destê me nînin“.

Di heman çarçoveyê de, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriya ENKS di daxuyaniyekê de, rêveberiya PYD’ê berpirsyar dît, û bi tundî ev binpêkirinên ku li dijî mafên mirovan û dijî welatiyan, hevalên û alîgirên encûmenê şermezar kir û bang li raya giştî, rêxistinên navdewletî û hevpeymaniya navdewletî kir destwerdanê bikin da ku rê li van binpêkirinên ku rojane dubare dibin, bigrin.

Pustên heman beş