Alîgirên DEM partiyê êrîşî ser serokê şeredariya Bêrecûkê kirin

Alîgirên DEM partiyê êrîşî ser serokê şeredariya Bêrecûkê kirin

Mehmet Begît li navçeya Bêrecûk a Ruhayê di 31’ê Adarê ji DEM partiyê wek serokê şeredariyê hatibû hilbijartin. Piştî demekî ji DEMê veqetiya. Niha jî rasta êrîşeke endamên DEMê hat.

Bûyer li navçeya Bêrecûkê pêk hat, Mehmet begit li Meydana 15’ê Tîrmehê li yariya navbera Tirkiye-Hollanda bi welatiyan re temaşe dikir. Li wê derê gurubek endamên DEMê êrîşê serokê şeredariyê kirin. Polîsan demildest mudaxeleyî bûyerê kirin û bi guleya hewayê kom belav kirin. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û di encamê de kuştî û birîndar çênebûn.

Di 8’ê Gulanê de li dijî avahiya DEM Partiyê ya Navçeya Bîrecîkê ji aliyê kesekî yan kesên nasnameya wan nediyar ve êrîşeke çekdarî hatibû kirin. Di bûyerê de kuştî û birîndar çênebûn, avahiya navçeyê xisareke madî dîtîbû.

Pustên heman beş