Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê: Operasyonên Tirkiyê li gor hemahengiya navbera Bexda û Enqerê birêve diçin

Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê: Operasyonên Tirkiyê li gor hemahengiya navbera Bexda û Enqerê birêve diçin

Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê ragehand, Tirkiye operasyonên dijî PKKê yên li sînorê Herêma Kurdistanê hemahengiyê bi Hikûmeta Iraqê re pêktîne.

Şêwirmendên Serokwezîrê Iraqê Îbrahîm El Sumeydeî, di bernameyekî televîzyonî ya li gel çapemeniya Iraqê de ragehand: ‘’PKK, kiryarên tewanbariyê dike, ji bo wê jî hikûmeta Iraqê wek rêxistineke terorîstî danûstanê li gel dike û naha operasyonên Tirkiyê li gor hemahengiya navbera Bexda û Enqerê birêve diçin.’’

Herwaha got, Saziya Asayîşa Niştimaniya Iraqê torekî peywendiya xwe bi PKKê ve heyî girtiye, ku wê torê dixwest kiryarên terorîstî li Bexdayê û parêzgehên din encam bide.

Hêjayî gotinê ye hêzên Tirkiyê demeke ji ber hebûna çekdarên PKKê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê operasyonên xwe zêde kirine û ji esman û bejayî ve êrîş zêde kirine. Ew şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê jî vê derbarê de dibêje: ‘’Tirkiye ji bo êrîş û operasyonên dijî PKKê yên li sînorê Herêma Kurdistanê hemahengiyê li gel Hikûmeta Iraqê dike.’’

Pustên heman beş