Li Şengalê wesayîteke YBŞ’ê hate hedefgirtin

Li Şengalê wesayîteke YBŞ’ê hate hedefgirtin

Li nêzî Şengalê wesayîtek hate hedefgirtin. Fermandarê Asayişa Êzidyan diyar kir ku 3 kes di wesayîtê de bûn.

Li gor agahiyan, li nêzîkî xaleke kontrolêya navbera Şengal û Tel Qesabê otomobîlek bû armanca firokeyan, 2 kes ji otomobîlê anîne xwarê ku birîndar bûn.

Fermandeyê Asayişa Êzdîyan li Şengalê Heyder Şeşo ji çapemeniyê re ragihand, “ew otomobîla YBŞ’ê ya ser bi PKK’ê bû û du zilam û jinek tê de bûn.

Heyder şeşo got ku li gor agahiyên wan du zilam birîndar bûne û ji boy nexweşxaneyeke Mûsilê hatine rakirin, jina ku ne ji herêmêye jî bi saxî xilas bû.

Fermandeyê Asayişa Êzidîxanê da zanîn ku, di dema hedefgirtina otombîlê ev otombîl rastî bûyereke hatinûçûnê hat û li wesayîteke din ket.

Pustên heman beş