Pêşmergeyan agirê çiyayê Barozê kontirol kir

Peshmarga-Ciyaye-Baroxe-Net

Pêşmerge wekî her car ax û niştîman û welatî û xweza û canewerên Kurdistanê diparêzin.

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Duşem, 08.07.2024) parve kir, “Tîmeke Fewca Sêyê ya Lîwaya Çarê ya Peyade ya Wezareta Pêşmerge, piştî ku hat haydarkirin ku agir berbûye çiyayê Baroxê li sinorê nahyeya Kanî Masê, fermandeyê wê fewcê bi hejmareke efser û Pêşmergeyan re gehişt cihê wê şewatê û bi hevkariya tîmên Bergiriya Şaristanî karî wî agirî kontirol bike”.

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê her îro (Duşem, 08.07.2024) parve kiriye, “Wezareta Bergiriyê ya Îraqê di haydariyekê de amaje daye ku korsa 88ê ya şiyandinê vedike, her Pêşmergeyekî heza tevlîbûnê hebe dikare bi rêya yekîneya xwe peywendiyê bi Îdare û Mîreyên Wezareta Pêşmergeyê re bike”.

Tevî bicihanîna wan têbîniyên ku amaje jê re tê kirin ku, di dema 72 seetan de nav ji bo Wezareta Bergiriyê ya Îraqê tên şandin, lê pêdivî ye daxwazker derçûyên kolîja sivîl bin û jidayikbûyiyên 01.07.1994ê û di ser de bin, tevî wê jî ji pişkinînên pizişkî derbaz bibin û tevaya wan şertan tê de hebin ên ku li kolîjên serbazî tên peyrewkirin.

Pustên heman beş