Nasnameya Gerîlayên berî sê mehan hatine kuştin aşkere bû

Gerilla-2-Net

Partiya Karkeran nasnameya du çekdarên xwe yên din aşkere kir ku sê mehan berê li Başûrê Kurdistanê ketine ber êrîşan û hatine kuştin û ji nû ve mirina wan îlan kirin.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê roja yekşema rabûrî 7/7/2024ê nasnameya du çekdarên xwe aşkere kir ku li Nîsana îsalê li herêma Xakurkê ya li Başûrê Kurdistanê ketine ber êrîşê dewleta Tirk û hatine kuştin û paş derbasbûna 3 mehan ji nû ve mirina îfşa bû.

Navên wan wisaye:

Sara Xelîl ji Kobanyê.

Îbrahîm Mihemed ji Maku.

HPGê di pesnê van du çekdaran de jî gotiye ew Apoyî bûn û ji boy Apo fedabûn.

Artêşa dewleta Tirk ji destpêka meha Gulanê ve bi êrîşên asmanî derbên giran li PKKê da ne, rêxistinê ji wê demê ve wendahiyên mezin da ne û bi dehan Gerîlayên wê hatine kuştin, lê mirina piranîya wan veşartî hiştiye.

Pustên heman beş