PKKe şerê xwe nêzî gundên Dihokê dike ji bo ku bibin qada şer

PKK-Turkey-Duhok-Attack-7-Net

Di 5 rojên rabûrî da bi sedema liv û tevgerên PKKê yên dorbera gundên parêzgeha Dihokê, artêşa Tirkiyê bi dehan bombe li 22 gund û deverên diyar yên Dihokê barandine, tevî şewata bi aqarê wan gundan ketî zirarek mezin bi deverên çandiniyê jî ketiye, PKKe bi enqeset şerê xwe yê bê encam veguhestiye dorbera gundên Dihokê, ew dixwaze werin çol kirin û bibin herêmên şer.

Li gorî amara 5 rojên rabûrî ya liv û tevgerên PKKê û êrîşên Tirkiyê, li rojên 3, 4, 5, 6 û 7 Tîrmeha îsal 2024ê artêşa Tirkiyê bi êrîşên asmanî û bejahî 22 gundên ser bi Dihokê ve bombebaran kirine û bi vê sedemê zirarek mezin bi rez û bax û xwezaya deverê gihiştiye.

Gund û deverên Dihokê yên ku ji 3 tTîrmehê ve bi sedema PKKê rastî bombebaranê hatîn:

  1. Guherzê.

  2. Tonêla li hindavî Guherz.

  3. Deriyê Bêra.

  4. Hindavî Şara.

  5. Gîzanê.

  6. Pişta Sigêrê.

  7. Sergelê.

  8. Berçî.

  9. Geliyê Hespa

  10. Gundê Bêşîlê

  11. Geliyê Sergelê

  12. Gundê Mijê

  13. Deriyê Bêra

  14. Geliyê Dergela Mûsa Begê

  15. Geliyê Bêşîlê

  16. Geliyê Bazê

  17. Geliyê Dêra

  18. Geliyê Şêrane

  19. Hindavî gundê Sipîndarê

  20. Gîlka.

  21. Pişta Geliyê Dêreşê

  22. Gundê Girgaş

Êrîş wisa bûn:

Li 3/7/2024:

  • Demjimêr 26:2‏ Nîvro balafirên artêşa Tirkiyê rojavayê tonêla hindavî gundê Guherz li nahiya Dêrelokê ya devera Nihêlê bordomankiriye û yek mûşek lêdaye.

  • Demjimêr ‎6:00‏ Êvarî topxaneya artêşa Tirkiyê tonêla Guherz, Deriyê Bêra, hindavî Şara, Gîzanê û pişta gundên Sigêrê, Sergelê, Berçî û Guherzê li nahiya Dêrelokê li devera Nihêliya topbarankirîne.

  • Demjimêr ‎8:30‏ Ta ‎8:25‏ Şevê balafirên artêşa Tirkiyê Geliyê Hespa li aqarê gundê Bêşîlê li devera Berwarî Bala bordomankiriye û du mûşek lêdayne.

Li ‎4/7/2024

  • Demjimêr ‎7:00‏ Mexreb li gundê Guherz li nahiya Dêrelokê gulle topek bi banê mala şêniyekê gundê Guherz ket.

Li 5/7/2024:

  • Demjimêr 10:00‏ Şevê gulle topeke din bi nêzî deriyê mala şêniyekî din yê gundê Guherz ket.

  • Demjimêr ‎1:10‏ Nîvro balafirên artêşa Tirkiyê pişta gundê Guherz li nahiya Dêrelokê bordomankiriye û yek mûşek lêdaye.

  • Demjimêr 9:00 Ta 12:02 Şevê topxaneya artêşa Tirkiyê Geliyê Sergelê ۔ nahiya Dêrelokê bi dijwarî topbarankiriye, herwiha aqarê gundê Mijê li devera Berê Garey û Deriyê Bêra li devera Nihêliya bordomankirin.

Li 5/7/2024:

  • Demjimêr ‎12:20‏ Ta ‎12:45‏ Şevê balafirên helîkopter yên artêşa Tirkiyê bi çekê doşke li Geliyê Dergela Mûsa Begê û Geliyê Bêşîlê li devera Berwarî Bala xistiye.

  • Demjimêr ‎1:20‏ Topxaneyên artêşa Tirkiyê hejmara ‎5‏ gulletop li Geliyê Bazê ۔ devera Berwarî Bala xistine.

  • Demjimêr ‎6:55‏ Ta ‎7:12‏ Mexreb balafirên artêşa Tirkiyê Geliyê Bazê, Geliyê Dêra û Geliyê Bêşîlê ‏ li devera Berwarî Bala bordomankirine û sê mûşek lêxistine.

  • Demjimêr ‎6:42‏ Ta ‎7:25‏ Mexreb topxane û balafirên artêşa Tirkiyê deverên pişta gundê Guherz, tonêla ê li hindavî gundê Guherz, Geliyê Şêrane û hindavî gundê Sipîndarê li devera Berê Gare bordomankirine.

Li 7/7/2024:

  • Demjimêr ‎6:20‏ Ta ‎6:35‏ Êvarê balafirên artêşa Tirkiyê Geliyê Dergelê, Gîlka û Geliyê Dêra li devera Berwarî Bala û aqarê gundê Sipîndarê û pişta Geliyê Dêreşê li devera Berê Gare bordomankirine û pênc mûşek lêxistine.

  • Demjimêr ‎6:40‏ Êvarê balafirên Tirkiyê gundê Girgaş li devera Berê Garey bordomankiriye.

Ji destpêka meha Gulanê ve dewleta Tirk êrîşên asmanî li dijî PKKê li Başûrê Kurdistanê taybet li sînorê parêzgeha Dihokê dijwar kirine, PKKê wendahiyên mezin da ne, ev yêk li demekî tê ku nêzîkbûna şer û pevçûnan bo sînorê gundên parêzgeha Dihokê nîgeraniyek mezin li cem şêniyên gundan çêkiriye û PKKe vê yekê bi zanebûn dike û dixwaze ew gund û herêmên Dihokê ji şênîyan werin vala kirin.

Pustên heman beş