Wezîrê Navxwe: “Çavkaniya hemî kêşeyên Herêmê PKKe ye

Reber Ehmed

Wezîrê Navxweyî yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed anî ziman ku çavkaniya hemî kêşeyên Herêmê PKKe ye û got: “Pêwîste PKKe ji axa Herêma Kurdistanê bê derxistin”.

Rêber Ehmed di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniyê da derbarê dawîlêanîna hebûna PKKê, li Herêmê nirxandin kir.

Ehmed destnîşan kir ku hebûna rêxistina PKKê li Herêmê derqanûnî ye û got, “Hikûmeta Iraqê PKK weke rêxistineke qedexekirî ragihand, Pêwîste PKKe ji Herêmê vekişe, çavkaniya hemî kêşeyên Herêmê û pirsgirêkên gelê Herêmê ew e. Pêwîste rêxistin ji Herêmê bê derxistin.

Berdevkê Wezareta Navxweyî ya Iraqê Miqdad Mûsa Mîrî Mûsewî di daxuyaniya xwe ya 1ê Tîrmehê da ragihandibû ku sebebê hemî agirên cî û daristanan endamên PKKe ye.

Mûsewî diyar kir ku kesên hatine desteserkirin di îfadeyên xwe de li xwe mikur hatine ku planan dikin ku li herêmên din şewatê derxînin.

Pustên heman beş