Bi êrîşa asmanî 3 çekdarên PKKê li Garey hatin kuştin

Gara-pkk-3-Net

Balafirên şer yên dewleta Tirk liv û tevgerên PKKê yên li çiyayê Gare bordoman kirin, 3 çekdarên rêxistinê kuştin.

Wezareta parastina netewî ya Tirkiyê îro roja çarşemî 10\7\2024 ragehand ku di êrîşa li ser binkeyên PKKê de li çiyayê Gare, 3 çekdarên rêxistinê hatin armanc girtin.

Dewleta Tirk wêneyên êrîşa asmanî parvekirine û tê de xweya dibe ku cîhê hatiye bordoman kirin domaneke mezin jê berz bûye.

Ji meha Gulana îsal 2024ê artêşa dewleta Tirk êrîşên li dijî PKKê li Başûrê Kurdistanê zêde kirine, PKKê wendahiyên mezin da ne, ji rojên rabûrî jî ve çekdarên PKKê tevgera xwe nêzî gundên parêzgeha Dihokê kirine û bi vê sedemê ev gund dewam dikevin ber êrîşan û şewat û zirarên mezin bi aqarê wan ketiye.

Pustên heman beş