Vê carê bavê keçeke 12 salî li endamekî “Tevgera Ciwanên Şoreşger” xist

Vê carê bavê keçeke 12 salî li endamekî"Tevgera Ciwanên Şoreşger" xist

Dema yek ji endamên koma çete “Ciwanên Şoreşger” ya ser bi PKK’ê ve li bajarê Kobanê hewl dayî keçeke 12 salî birevîne û wê di berjewendiya HSD’ê de çekdar bike, bavê vê keçê haydar dibe û li vî endamê grûpa çete ya bi navê “Ciwanên Şoreşger” dixe û birîndar dike.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, yek ji endamên grûpa çete ya bi navê “Tevgera Ciwanên Şoreşger” yê bi navê Adil Sibhî Birahîm ku ji şêniyên gundê Gabelek yê se bi bajarokê Kobaniyê ye û bi kodnavê Yilmaz Kobanî tê naskirin di 23/6/2024an de li gundê Qinê yê ser bi Kobanê xwestiye keçeke biçûk a 12 salî ya bi navê Sakîna Mehmûd Hemo birevîne, lê di heman dem de bavê keçikê “Mehmûd” bi vê yekê dizane û rûbirûyê Adil dibe û ji ber şerê di navbera wan de çêdibe Adil birîndar dibe û Mehmûd jî keça xwe rizgar dike.

Her wiha eşkere kirin, piştre hêzeke asayîşa taybet HAT ya ser bi PYD’ê ve bi ser gund de girtine û bavê keçikê bi sûça şerkirin û lêdana Adil Sibhî desteser kiriye û heya niha di zindanê de ye û nehatiye azadkirin.

Tevî ku HSD’ê di Hezîrana 2019an de bi Netewên Yekgirtî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekdaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bi dawî nebûye.

Malbatên zarokên revandî jî kiryarên “Tevgera Ciwanên şoreşger” şermezar dikin û bang li rêxistinên ku girîngiyê didin mafên zarokan, rêxistinên navdewletî û aliyên pêwendîdar dikin ku fişarê li rêveberiya xweser û HSD’ê bikin ta ku çarenivîsa zarokên wan diyar bikin.

Pustên heman beş