Derewên PKK’ê bi dawî nabin, herî dawî derewek li ser Eşîrên Amêdiyê kir

Derewên PKK’ê bi dawî nabin, herî dawî derewek li ser Eşîrên Amêdiyê kir

Serê sibeha îro xelkê gundê Guherzê yê devera Nihêlê ya ser bi Amêdiyê ve, ji ber şerê sexte yê di navbera artêşa Tirk û çekdarên PKK’ê li wê deverê pêk tê xwepêşandaneke girseyî encam da, di xwepêşandanê de daxwaz ji her du aliyan hat kirin vî şerê sexte li devera wan dûr bikin, lê belê çapemeniya PKK’ê ev yek wek Serhildana Eşîrên Devra Amêdiyê li dijî leşkerê Tirkiyê binav kir.

Ji ber ku îro jî xelkê gundê Guherzê yê devera Amêdiyê rastî xeteriyeke mezin hatin û topeke din di nava gundê wan ket, hejmarek ji xelkê gund ji boy balkişandine ser vê xeteriyê rêya di navbera Amêdiyê bo Dêrelok girtin, gundiyan daxwaz kir ku can û malê wan were parastin û êdî baca vî şerê sexte nedin û ev şerê sexte ji gund û devera wan bê dûrkirin.

Rojnewsa PKK’ê ku li bajarê Silêmaniyê weşanê dike, ev nûçe jî weke tev nûçeyên din sexte kir û nivîsand, “Êrişên dewleta Tirk bê navber dewam dikin, li gorî agahiyan ji Eşîrên Rêkanî, Nêweyî, Nihêlî, Amêdî, Zêbariyên xelkê gundên Guherzê, Belava, Berçê, Kanê û Aşkayên Amêdiyê û Şêladizêyên ser bi Dihokê, dijî dagirkeriyê rabûne ser xwe.” bi vê derewê PKK’e dixwaze alîgirên xwe bixapîne û wisa nîşan bide Eşîrên deverê bi tenê li dijî dewleta Tirkiyê ne û ti pirsgirêk ligel hebûna PKK’ê li Başûrê Kurdistanê nîne, lê belê ya rast tevî ku îro bi tenê xelkê gundê Guherzê bûn ku rêya di navbera Amêdiyê bo Dêrelok de girtî, lê belê xelk bi giştî li dijî hebûna leşkerê Tirkiyê û çekdarên PKK’ê ye li Başûrê Kurdistanê û dixwazin ev şerê sexte ji devera wan bê dûrkirin.

Ger serî rakirinek li Behdînanê rûdabe jî, ev serî rakirin li dijî herdu aliyan “PKK’ê û dewleta Tirk” bûye û xelk dixwaze ev şerê sexte bê rawestandin, xelkê devera Amêdiyê dibêje, “bila PKK’e û Tirkiye şerê xwe bibin ser axa xwe û me nekin beşek ji vî şerê sexte.” her wiha hem ji PKK’ê û hem ji Tirkiyeyê dixwazin vî şerê sexte yê ku dibe sedema xeteriyeke cidî li ser mal û canê wan rawestînin.

Pustên heman beş