HPGê nasnameya du çekdaran aşkere kir

2-garila-pkk-heziran-NET

Rêxistina PKKê nasnameyên 2 çekdarên xwe yên din aşkere kir ku çend rojan berê li sînorê Wanê ya Bakurê Kurdistanê ketine ber êrîşan û hatine kuştin.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja pêncşemî 11ê Tîrmeha 2024an, nasnameya du çekdarên xwe aşkere kir ku li qada Masîroyê ya navçeya Elbakê ya Wanê ketine ber êrîşan û hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya HPGê, her du çekdar li 4ê hezîrana 2024an li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

HPGê da zanîn ku nasnameyên her du çekdaran bi vî rengîne:

Rêbwar Emînîye û ew ji bajarê Merîwanê yê Rojihlatê Kurdistanê ye.

Barzan Numaşe û ew ji bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ye.

HPGê di pesnê van du çekdaran de jî gotiye ew Apoyî bûn û ji boy Apo fedabûn.

Artêşa dewleta Tirk jidestpêka meha Gulanê ve bi êrîşên asmanî derbên giran li PKKê da ne, rêxistinê ji wê demê ve wendahiyên mezin da ne û bi dehan Gerîlayên wê hatine kuştin, lê mirina piranîya wan veşartî hiştiye.

Pustên heman beş