Serok Barzanî: Endam û kadroyên PDK’ê bi xweragiriya xwe bûne hêviyên gelê Kurd

Serok Barzanî: Endam û kadroyên PDK’ê bi xweragiriya xwe bûne hêviyên gelê Kurd

 Serok Mesûd Barzanî îro 11ê Tîrmehê bi beşek ji astên cuda yên rêxistina Liq û Navçeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re civiya.

Baregeha Barzanî belav kir, Serok Barzanî di civînê de spasiya ked û xebata endam û kadroyên PDK’ê kir ku di qonaxên curbicur de bi xweragiriya xwe, bûne hêviyên gelê Kurd.

Serok Barzanî amaje bi dîroka PDK’ê kir û tekezî li ser wê yekê ku PDK ji bo vejandina hêvî û xwebaweriya gelê Kurd dirust bûye û amûrek e ji bo xizmetkirina gelê Kurdistanê û her dema PDK’ê bihêz bûbe, Kurdistan jî bihêz bûye.

Serok Barzanî di beşeke din gotara xwe de, ronahî xiste ser serdana xwe ya hefteya borî bo Bexdayê û hokarên serdan û hevdîtinên xwe yên bi aliyên Iraqî re eşkere kirin.

Her di vê hevdîtinê de, Serok Barzanî derbarê rewşa rêxistinên navxwe yên PDK’ê de ronî û rênimayiyên pêwîst ji beşdaran re pêşkêşî kirin.

Pustên heman beş