Çekdarên Tevgera çete a bi navê “Ciwanên Şoreşger” a rasterast fermana ji Qendîlê werdigire zarokeke din a ji bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê revand.
Li gor agahiyan çeteyên PKK’ê yên bi navê “Ciwanên Şoreşger” zaroka bi navê Aya Hesen ya 14 salî, ji taxa Şêx Meqsûda Helebê bi armanca leşkerkirinê revand.
Zaroka temen 14 salî ji gundê Qenterê yê navçeya Mabeta ya Efrînê ye.
Tevî ku HSD’ê di Hezîrana 2019an de bi Netewên Yekgirtî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekdaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bi dawî nebûye.
Malbatên zarokên revandî jî kiryarên “Tevgera Ciwanên şoreşger” şermezar dikin û bang li rêxistinên ku girîngiyê didin mafên zarokan, rêxistinên navdewletî û aliyên pêwendîdar dikin ku fişarê li rêveberiya xweser û HSD’ê bikin ta ku çarenivîsa zarokên wan diyar bikin.