Paşve vekişîna PKK’ê, êrîşên Tirkiyeyê û zirarên şêniyên Başûr berdewam dikin

PKK-Turkey-Duhok-Attack-7-Net

Di 3 rojên rabûrî da bi sedema liv û tevgerên PKK’ê yên derdora gundên parêzgeha Dihokê, artêşa Tirkiyê bi dehan bombe li gund û deverên diyar yên Dihokê barandine, tevî şewata bi aqarê wan gundan ketî zirarek mezin bi deverên çandiniyê jî ketiye, PKK’ê bi mebest şerê xwe yê bê encam veguhestiye derdora gundên Dihokê, ew dixwaze gund werin çol kirin û bibin herêmên şer.

Li gorî amara 3 rojên rabûrî ya liv û tevgerên PKK’ê û êrîşên Tirkiyê, di rojên 8, 9 û 10ê Tîrmeha îsal 2024an de artêşa Tirkiyê bi êrîşên asmanî û bejahî hejmarek ji gundên ser bi parêzgeha Dihokê ve bombebaran kirine û bi vê sedemê zirarek mezin bi rez û bax û xwezaya deverê gihiştiye.

Êrîşên Tirkiyeyê yên bi sedema hebûna çekdarên PKK’ê di nava axa herêma Kurdistanê de bi taybetî li devera Amêdiyê bi vî awa bûn:

Di 8/7/2024an de:

Di saet 1:00 heyanî 6:25ê êvarê çekdarên PKK’ê li aqarê gundê Mijê yê devra Berê Garê bi topan li leşkerê Tirk yê li gundê Sergelê yê ser bi devera Nihêliyan xistiye, leşkerê Tirkiyê jî di bersiv de aqarê gundê Mijê topbaran kiriye û bi vê sedemê zirarek mezin gihiştiye gundiyan.

Li saet 7:18 êvarê balafirên leşkerê Tirkiyeyê tunela hindavî gundê Guherzê yê devera Nihêliya bombebaran kiriye.

Di 9/7/2024an de:

Di saet 6:44 heyanî 6:57 êvarê balafirên dewleta Tirkiyeyê gundê Mijê, Spîndarê û Serê Zengilê li çiyayê Bêsimtê yê devera Berê Garê bombebaran kiriye.

Di saet 7:7 êvarê balafirên dewleta Tirkiyeyê careke din tunela dikeve hindavî gundê Guherzê, deriyê Bêra û serê çiyayê Kurkubinaviya yên ser bi devera nihêlê ve bombebaran kirine.

Di saet 9:30 heyanî 9:50 şevê helîkopterên dewleta Tirkiyeyê bi çekê doçka teqe li geliyê bazê yê devera Berwarî Bala kiriye.

Di saet 12:00 heyanî 12:30 nîvrojê topxaneyên leşkerê Tirkiyeyê aqarê gundê Mijê yê devera Berê Garê li Nahiya Dêrelok bi zêdetirî 15 topan topbaran kiriye.

Di saet 92:45 heyanî 3:30 nîvrojê topxaneyên leşkerê Tirkiyeyê aqarê gundê Mjê û Kevne Mijê yên ser bi Nahiya Dêrelok bi zêdetirî 10 topan topbaran kirine.

Di 10/7/2024an de:

Di saet 12:20 nîvrojê topek li nêzî mala şêniyekî gundê Guherzê yê devera Nihêle ku ser bi nahiya Dêrelok ve ye ketiye.

Pustên heman beş