Resid: Ji destpêka Tîrmehê ve 11 zarok ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatine revandin

Resid: Ji destpêka Tîrmehê ve 11 zarok ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatine revandin

Torek Çavdêriya Mafên Mirovan ragihand, ji destpêka Tîrmehê ve 11 zarok ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatine revandin û ji bo kampên leşkeriya neçar hatine birin.

Tora Resid a Sûrî ya Mafên Mirovan di raporekê de diyar kir, revandin û leşkerkirina zarokan ji aliyê Tevegra Ciwanên Şoreşger a ser bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve zêde bûye.

Wê jêderê got: “Tevî hewildanên malbatên zarokên revandî ji bo vegerandina zarokên xwe ku li pêş navendên ewlekariyê yên HSDê li Qamişlo kom bûbûn, lê ev hewldanên wan bi ser neketin.”

Diyar kir jî, “Hêzên ewlehiyê yên ser bi HSDê ve gef li malbatan xwarin jî ku ji bo parastina jiyana xwe û zarokên xwe yên revandî, nabe ew bi dezgehên ragihandinê re peywendiyê bikin.”

Tora Resid piştrast dike ku diyardeya revandina zarokan di dema dawî de bi awayekî berçav zêde bûye û wan ji destpêka Hezîrana borî ve, revandin û leşkerkirina 21 zarokan belge kirine.

Tevî ku HSDê di Hezîrana 2019an de bi Netewên Yekgirtî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bidawî nebûye.

Malbatên zarokên revandî jî kiryarên Tevgera Ciwanên Şoreşger şermezar dikin û bang li rêxistinên ku girîngiyê didin mafên zarokan, rêxistinên navdewletî û aliyên pêwendîdar dikin ku fişarê li Rêveberiya Xweser û HSDê bikin ta ku çarenivîsa zarokên wan diyar bikin.

Pustên heman beş