Çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” ku rasterast fermana ji Qendîlê werdigirin zarokek ji bajarê Hesekê revand.
Tora Sûrî ya Çavdêriya Mafên Mirovan ragihand, di 7/7/2024 de revandina zarokê bi navê Ebdulla Besam Xudêrê 13 salî ji derdora Merşo li Hesekê ji aliyê “Ciwanên Şoreşger” ve belge kiriye.
Toreyê diyar kir ku “Ciwanên Şoreşger” ev zarok di 6/7/2024an de ber bi kampên leşkerkirina zarokan ve biriye.
Her weha diyar kir ku zarok ji taxa Nezaretê ya Hesekê ye.
Toreyê diyar kir ku tevî hewildanên malbata wî ji bo lêgerîna wî, ew bi ser neketin.
Bajarên Qamişlo û Amûdê ji destpêka vê Tîrmehê ve şahdê revandina 7 zarokên temen biçûk bûye.
Tevî ku HSDê di Hezîrana 2019an de bi Netewên Yekgirtî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bidawî nebûye.
Malbatên zarokên revandî jî kiryarên Tevgera Ciwanên Şoreşger şermezar dikin û bang li rêxistinên ku girîngiyê didin mafên zarokan, rêxistinên navdewletî û aliyên pêwendîdar dikin ku fişarê li Rêveberiya Xweser û HSDê bikin ta ku çarenivîsa zarokên wan diyar bikin.