Hêzên Asayişa Herêma Kurdistamê li bajarokê Qerehencîrê yê ser bi Kerkûkê ve rûbirûyî 2 çekdarên DAIŞê bûn û di encama de endamekî asayişê şehîd bû.
Rêvebirê Bajarokê Qerehencîrê Avesta Şêx Mihemed ji K24ê re ragihand, 2 çekdarên DAIŞê bi niyaz bûn bi motorsîkletekê derbasî nav dibistanekê bibin, lê hêzên asayişê rûbirûyê wan bûn û karîn yekî ji wan bikujin û yê din jî birîndar bikin.
Bi gotina Avesta Şêx Mihemed, di encama şer û pevçûnan de endamekî hêzên asayişê şehîd bû û yek din jî birîndar bû.
Li ser vê êrîşê Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, îro demjimêr 08.00 hêzên Asayişa Kerkûkê bo girtina 2 çekdarên DAIŞê çûn bajarokê Qerehancîr û di encama rûbirûbûna wan de, yek ji wan terorîstan hat kuştin û yek jî bi birîndarî hat girtin.
Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê diyar kir jî, di şer û pevçûnan de karmendekî asayîşê yê bi navê Cewamêr Ezîz Reşîd şehîd bû û karmendekî din jî birîndar bû.
Her di vê daxuyaniyê de hat gotin, ew her du çekdarên DAIŞê bi mebesta pêkanîna kiryarên terorîstî hatine herêmê.
Diyar kir jî, Pêştir jî wan her du çekdaran li taxa Şorawê ya Kerkûkê di encama êrişeke terorîstî de efserekî polîs şehîd kirin. Di bûyereke din de li Taxa Penca Elî de polîsek şehîd kirin.
Di êrîşa sêyemîn de, wan çekdaran du polîsên din li bazara bajêr şehîd kirin. Di kiryara çarem de, wan efserek polîs li ber nexweşxaneya Komarê şehîd kirin û destê wan di çend kiryarên din ên terorîstî de jî hebû.