Çeteyên PKK’ê yên bi navê “Tevgera Ciwanên Şoreşger” zarokek ji bajarê Heseka Rojavayê Kurdistanê revandin.
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, “Ciwanên Şoreşger” zarokê bi navê Mihemed Ebêd Selîm ji taxa Guyêran ya bajarê Heseka Rojavayê Kurdistaê bi armanca leşkerkirina neçarî di nav refên HSDê de revand.
Tora navborî serbar kir ku zarokê 14 salî xelkê taxa Guyêran yê bajarê Hesekê ye.
Mlbata zarokê revandî dane zanîn ku wan seredana cih û navendên Rêveberiya PYDê kirin lê bê ku tu zaniyaran li ser zarokê xwe yê revandî zanibn
Tevî ku HSDê di Hezîrana 2019an de bi Netewên Yekgirtî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bidawî nebûye.
Malbatên zarokên revandî jî kiryarên Tevgera Ciwanên Şoreşger şermezar dikin û bang li rêxistinên ku girîngiyê didin mafên zarokan, rêxistinên navdewletî û aliyên pêwendîdar dikin ku fişarê li Rêveberiya Xweser û HSDê bikin ta ku çarenivîsa zarokên wan diyar bikin.