Bi sedema PKKê, Tirkiyê bi dehan bombe li 11 gundên Dihokê barandin

Di 5 rojên rabûrî da bi sedema liv û tevgerên PKKê yên dorbera gundên parêzgeha Dihokê, artêşa Tirkiyê bi dehan bombe li 11 gund û deverên Dihokê barandine, tevî şewata bi aqarê wan gundan ketî zirarek mezin bi deverên çandiniyê jî ketiye, PKKe bi enqeset şerê xwe yê bê encam veguhestiye nava gundan ji bo ku bibin deverên eskerî.
Gund û deverên rastî bombebaranê hatîn evin:
Pişta gundê Sergelê.
Gundê Mijê.
Pişta gundê Guherzê.
Çiyayê hindavî nahiya Dêrelokê.
Pişta Geliyê Dêreşê.
Tonêla li çiyayê hindavî Guherzê.
Çiyayê hindavî Geliyê Gîzê.
Gundên Dwîk û Latka li devera Zêbarîyan.
Çemên gundê Sergelê.
Devera Gîzê li nahiya Dêrelokê.
Geliyê Bazê.
Li gorî amara 5 rojên rabûrî ya liv û tevgerên PKKê û êrîşên Tirkiyê, ji 10 heya 14 Tîrmeha îsal 2024ê artêşa Tirkiyê bi êrîşên asmanî û bejahî 11 gundên ser bi Dihokê ve bombebaran kirine û bi vê sedemê zirarek mezin bi rez û bax û xwezaya deverê gihiştiye.
Êrîş wisa bûn:
Li 10/7/2024:
Demjimêr 5:21 Êvarî topxaneya artêşa Tirkiyê pişta gundê Sergelê li nahya Dêrelokê li devera Nihêliya û gundên Mijê li devera Berê Garey topbarankirîne û topek ji wan bi nêzî mala welatiyekî gundê Sergelê ketiye.
Demjimêr 11:50 Ta 12:10 Şevê, balafirên helîkopter yên artêşa Tirkiyê pişta gundê Guherzê li nahya Dêrelokê li devera Nihêliya bi çekê doşke bordomankiriye.
Li 11/7/2024:
Demjimêr 3:00 Nîvro topxaneya artêşa Tirkiyê çiyayê hindavî nahya Dêrelokê li devera Nihêliya topbarankiriye.
Demjimêr 9:10 Şevê balafirên artêşa Tirkiyê pişta Geliyê Dêreşê li devera Berê Garey bordomankiriye, li heman dem da tonêla li çiyayê hindavî gundê Guherzê bordomankiriye.
Demjimêr 9:20 Şevê balafirên helîkopter yên Tirkiyê li çeka doşkê êrîşî Şikefta Babekra li Geliyê gundê Bazê yê li nahya Kanî Masê li devera Berwarî kiriye.
Li 14/7/2024:
Demjimêr 11:15 Sipêdê topxaneya artêşa Tirkiyê çiyayê hindavî Geliyê Gîzê ku dikeve hindavî aqarê gundên Dwîk û Latka li devera Zêbarîyan topbarankiriye yêk top lîdaye, li vî cihî PKKê diron lê bilind dikirin.
Demjimêr 4:11 Êvarî topxaneya artêşa Tirkiyê nav çemên gundê Sergelê li nahya Dêrelokê li devera Nihêliya topbarankiriye û hejmara 4 gulletopan lêdane.
Demjimêr 3:00 Ta 5:00 Êvarî topxaneya artêşa Tirkiyê pitir ji 10 gulletopan li nav çemên Sergelê – devera Nihêliya dane.
Demjimêr 7:07 Ta 7:51 Mexreb balafirên artêşa Tirkiyê 3 caran tonêla li hindavî gundê Guherzê, 3 caran aqarê gundê Mijê û carekê jî devera Gîzê li nahya Dêrelokê li devera Nihêliya bordomankirine û 7 mûşek lêdane.
Demjimêr 4:00 Ta 6:00 Êvarî topxaneya artêşa Tirkiyê nêzîkî 20 gulletopan li Geliyê Bazê li devera Berwarî Bala dane.
Ji destpêka meha Gulanê ve dewleta Tirk êrîşên asmanî li dijî PKKê li Başûrê Kurdistanê taybet li sînorê parêzgeha Dihokê dijwar kirine, PKKê wendahiyên mezin da ne, ev yêk li demekî tê ku nêzîkbûna şer û pevçûnan bo sînorê gundên parêzgeha Dihokê nîgeraniyek mezin li cem şêniyên gundan çêkiriye û PKKe vê yekê bi zanebûn dike û dixwaze ew gund û herêmên Dihokê ji şênîyan werin vala kirin.