14 Çekdarên PKKê li Gare û Metînî ketin ber êrîşan

pkk-17-Gare-Metin-info

14 Çekdarên rêxistna PKKê di 24 saetên derbasbûyî de li çiyayên Gare û Metînayê yên li Başûrê Kurdistanê ketine ber êrîşên asmanî û hatine kuştin.

Hat ragihandin, duh roja duşemî 15/7/2024ê 14 çekdarên Partiya Karkeran li herêmên Gare û Metînayê yên li Başûrê Kurdistanê, bi êrîşên asmanî yên dewleta Tirk hatine kuştin.

Li heman rojê balafirên şer li Rojava Kurdistanê jî êrîş pêkanîne û 3 çekdarên YPGê/PKKê bûne hedef.

Li gorî amarên 3 rojên rabûrî, ango rojên 12, 13 û 14 tîrmehê 22 çekdarên PKKê, li çoyayên Gare û Xakurkê yên li Başûrê Kurdistanê hatine kuştin.

Artêşa Tirkiyê pêtirî mehekê ye êrîşeke dijwar li dijî rêxistina PKKê li Başûrê Kurdistanê da ye destpêkirin, rojane gundên sînorê parêzgeha Dihokê bi sedema liv û tevgerên PKKê dikevin ber êrîşan û rûberên herî berfereh yên aqarên gundên Dihokê şewitîne û zirareke mezin çêbûye.