Armanca sereke ya “şerê” PKK’ê û artêşa Tirk li Behdînan PDK ye

Armanca sereke ya “şerê” PKK’ê û artêşa Tirk li Behdînan PDK ye

Li Behdînan di bin navê şerê PKK û Hêzên Çekdar ên Tirk de şerek tê meşandin. Şer bi teknîka herî dawî û qeydên kamerayê veguheriye showê. Tê gotin ku her du aliyan hevdu têk birin û hevdu nehiştin. Her du alî jî vê carê serkeftina xwe îlan dikin û dibêjin ewê hevdu biqedînin.

Yanî tê îddîakirin ku PKK’e û leşkerê Tirk ku 40 sal in li Enqere, Amed û Colemêrgê nikarin hevdu têk bibin, wê di tunelên Sergelê-Guherzê û girê Baharê yê Amêdiyê de biserkevin. Lê di rastiyê de armanca sereke ya vê pevçûnê PDK’e ye. Dema ku PDK’ê dike hedefa bingehîn hewl dide rêbaza Barzanî têk bibe.

Herçend hinek dijminên Kurd û Kurdistanê û Kurdên şirîkên wan hewl bidin vê rastiyê berevajî bikin, lê tevgera siyasî ya PDK’ê û hizra siyasî-civakî ya rêbaza Barzanî faktorên sereke ne ku rê li ber serkeftina kolonyalîzmê li Kurdistanê digirin. Ev yek li pişt êrîşên Osmanî, Îngilîz, Ereb, Faris û hwd bû ku dixwestin Rojhilata Navîn di sedsalên 19 û 20an de bê Kurd bikin, ev hêz heyanî îro jî êrişî rêbaza netewî ya Barzanî dikin.

Di pevçûnên li ser xeta Metîna-Amêdiyê-Garê de hedef ne PKK’e ye, armanc nehiştina û lewazkirina PDK’ê ye. PKK’e ne xwedî karakterekî antî-kolonyalîst e. Polîtîkaya Tirkbûnê ya ku Evdila Ocalan li Îmraliyê weke xeta demokratîk-ekolojîk- rizgariya jinê îlan kirî, rastiya PKK’ê ku ne partîyeke dij-kolonyal e, belku tevgereke sînorparêzê kolonyalîstan e bi eşkereyî radixe ber çavan.

Hemahengiya veşartî ya şerê PKK’ê û TSK’ê: “Win-Win-Approach”

Di vî şerê navbera PKK’ê û hêzên çekdar ên Tirkiyê de ku li Bakurê Kurdistanê dest pê kiriye û 40 sal in berdewam dike, heta niha ti aliyek têk neçûye. Di her pêngava ku PKK’ê weke “sala serketinê” û dewleta Tirk jî weke “sala têkbirina terorê” îlan kirî de, tenê Kurd weke netewe birîndar bûn û têk çûn. Dema ku hûn her pêngava şerê ku ji sala 1990î heta niha berdewam kiriye lêkolîn bikin, hûn ê bibînin ku şerê PKK’ê û artêşa Tirk li ser pergala serkeftinê ya bi navê “Win-Win-Approach” hatiye avakirin. Tu aliyan derbeyek kujer û wêranker li hev nedane. Di navbera wan de mekanîzmayeke wisa heye ku her tim hevdu xwedî dikin.

Dewleta Tirk di sala 1999’an de bi şexsê Evdila Ocalan de PKK’ê bi hemî awayî kontrol kir. Di şexsê PKK û Ocalan de gelê Bakurê Kurdistanê desteser kirin. Ne tenê Bakurê Kurdistanê, dewleta Tirk bi rêya Ocalan hewl dide parçeyên din, bi taybetî Rojava û Başûrê Kurdistanê jî bixe bin serweriya xwe.

PKK’ê di 1 ê Hezîrana 2004’an de dest bi şer kir ku rê li ber têkoşîna dewleta Tirk a li dijî rêveberiya rewa ya Kurd a li Başûrê Kurdistanê vekir. Piştî wê rojê artêşa Tirk Başûrê Kurdistanê kir armanca sereke.

Sedema ku di sala 2015’an de Ocalan-AKP-PKK û baskên din ên dewleta Tirk bi hev re şerê xendekan dan destpêkirin û maseya çareseriyê hilweşandin, ew bû ku rê li ber dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava û Başûrê Kurdistanê vebike. Eger pêvajoyek çareseriyê bimeşîya, ne Efrîn dihat dagirkirin, ne jî rewşa niha ya li Başûr bi taybet li Berwarî Jorî, Rêkan-Nêrwe û xeta Nihêlîyan rûnedida.

Ger dewleta Tirk pêwîstî bi agirbestê hebû ya, wê Ocalan bidana axiftin. Û wê bigota (binerin, em nabêjin AKP, em dibêjin dewleta Tirk, ji ber ku dewleta Tirk ji AKP’ê mezintir e). Ger pêwîstiya dewleta Tirk bi sekinandina şer hebûya Ocalan weke bilbilî da den axiftin.

Ger kurd dixwazin bûyerê rast bibînin, divê çavên xwe li pêvajoya nû ya ku li Rojhilata Navîn pêş dikeve re vekin û bawerî bi propaganda û vîdyoyên li ser “berxwedan, têkoşîn, balafirên bê mirov, gerîlayên qehreman, çalakî û hwd nekin”, Ji ber ku tu milet bi slogan û propagandayê bi ser nakevin.

Di pêvajoya ber bi dawîbûna Bihara Erebî û dijberîya Kurdan

Bihara Erebî ku di sala 2010’an de dest pê kir, ber bi qonaxeke nû ve diçe. Bi taybet piştî bûyerên 7 ê Cotmehê tevgereke hêzên siyasî heye ku hewl didin li dora armanca hevpar a “derxistina Amerîka ji Rojhilata Navîn” bibin yek.

Yek ji xalên hevpar ên vê tifaqa ku tê xwestin bi komkirina Iraq-Sûriye-Tirkiyeyê pêk were, bêstatû hiştina Kurdan e. Tevî hemû alozî û nakokîyên xwe jî, ev her sê dewlet di gelek mijaran de, bi taybetî jî li ser hestên dij-kurd, li hev kom dibin. Ev hêzên ku dixwazin Kurdan heta ku ji dest tê biçûk bikin û bixin nava pergala navendî, beriya Rojava, Başûrê Kurdistanê dikin hedef. Ji ber ku çavkaniya sereke a netewa Kurd Başûrê Kurdistanê ye. Û formuleke zelal jî heye: “Ji bo ku destkeftiyên Kurdan li Başûr bihên jinav birin, pêwîste PDK’ê jinav bibin.”

Îran û Tirkiye li ser Başûrê Kurdistanê şerê veşartî dimeşînin. Lê di heman demê de her du alî jî hewl didin êrîşî PDK’ê bikin. Ji ber ku çawa ku Tirkiyê dest danî ser PKK’ê, Iraqa Şîe jî dest danî ser YNK’ê. Yê ku di nakokiya her du aliyan de ji her kesî dûr dikeve û diyalektîka têkilî-nakokî dipejirîne, tenê PDK’e ye.

Armanca Tirkiyê PDK’e ye, ne PKK’e ye

Mejiyê dewleta kûr a Tirkiyeyê dît ku PDK’e û rêbaza Barzanî û statuya Başûrê Kurdistanê ya bi pêşengiya wan, bi taybetî di salên 1992 û 2004 Kurdên Bakur, tevgera Başûr weke çavkaniya netewî ji xwe re didît.

Weke me li jor jî got, Kurdên Bakur di xefika Ocalan û PKK de dîl hatine girtin. Lê Barzanî bi têkiliyên xwe yên aborî-dîplomatîk-siyasî hêzekî gelek berze. Ev hêz Tirkiyeyê ditirsîne. Hedefa peymanên ku Tirkiye di van demên dawî de bi Iraqê re çêkiriye, di rastiyê de PDK ye. Ji ber ku dewleta Tirk ber bi dawiya Bihara Erebî ve diçe, mehkûmî guhertinên hundir û derve ye û beriya ku alozî biqede, bi peymana bi Iraqê re dikeve nava xaka Kurdistanê. Û di vê operasyonê de jî bi zanebûn daxuyaniyên plankirî dide ku medyaya PKK’ê bikaribe PDK’ê bike hedefa Kurdan. Xwe weke hevkarekî Pêşmerge nîşan dide û behsa rêkeftina ku bi Iraqê re çêkiriye jî nake.

Aliyê herî neyînî yê ketina Tirkiyê bo nav axa Kurdistanê ewe ku bi heman awayî rê dide Heşda Şebî ya Şîe ya Iraqê jî bikeve Kurdistanê. YNK’ê xwe radestî Şîa kirîye û PKK’ê jî Şengal ji Kurdistanê veqetand û kir bin desthilata Heşda Şebî.

Ev şer şerê sipîkirina PKK’ê û xistina Kurdan di nava tevnê PKK’ê de ye.

Ev operasyona ku ji aliyê artêşa Tirk ve hat kirin, PKK’e bi dawî nekir, berovajî aliyên tarî yên PKK’ê paqij kir. Têkiliyên PKK’ê yên tarî yên ji sala 1999an û vir ve bi dewleta Tirk re bi vê operasyonê hatin nixumandin. Bi şerê propagandayê yê, binketina şerê xendekan, têkçûna Rojava, binkeftina Bakur û hwd. Ango yên ku pêwîst bû hesap bidana gel weke ku pir qeşengin hatin destîşan kirin.

Niha Kurdan wek masiyan dikêşin nava tora PKK’ê de. Dixwazin PKK’ê weke qehreman bidin nasîn, mîna ku dîroka PKK’ê tunebe, mîna ku Ocalan negotibe ku ez dixwazim xizmeta Tirkan bikim dayika min Tirk e, mîna ku PKK’ê tevahiya Bakur di nava tepsîka zêrî de radestî  Tirkiye yê nekirîye; dixwazin rûyê reş ê PKK’ê sipî bikin. Lê PKK’e tevgereke ku sibê ku Ocalan bêje bi bez werin nava hembêza Tirkîyê wê PKK’e bi bez xwe bavêje hembêza Tirkan de.

Tirk bi zanebûn Kurdan ji Barzaniyan ku qîblegaha sereke ya tevgera netewî ye dûr dixin û dixin nava tora PKK’ê a ku di bin sîwana Tirkiyê de ye. PKK’e ne tevgereke neteweyî ya kurd e, PKK’e pasewanên sînorê dewletên kolonyalîste û amûreke çalake di destê dagirkeran de.  Artêşa Tirk tu carî PKK’ê naqedîne, Îran PKK’ê naqedîne, Esed PKK’ê naqedîne, Iraq jî PKK’ê naqedîne. Ji ber ku eger PKK’e bi dawî bibe, fikir û hêza netewî, serbixwe ya kurdan dê ji xefka PKK’ê azad dibe û bigehe armanca nîhayî a netew dewleta Kurd. Ji bo vê jî armanca êrîşa li Başûr qet û qed ne PKK’e ye, armanc têkbirina PDK’ê û nehiştina rêbaza netewî-millî ya Barzanî ye.