Îstîxbarata Tirkiyeyê amadekariyên vegera gerîlayan dest pê kirine

Endamên rêxistina PKKê yên ku dixwazin vegerin Tirkiyeyê, dê bi rêya mekanîzmaya piştrastkirinê ya ku ji hêla dezgehên ewlehiyê ve hatiye amadekirin, werin fîltrekirin. Îstîxbarata Tirkiyeyê (MÎT) amadekariyên teknîkî dest pê kirine.
Pêvajoya Aştiyê ya ku Enqere bi “Tirkiyeya bê teror” nav dike, ji ber nebûna pêşketinên berçav ji hêla Tirkiye û PKKê ve demeke dirêj e paşketiye, lê li gorî Enqereyê tê pêşbînîkirin ku di rojên pêş me de dubare bilez bikeve.
Li gorî medyaya Tirkiyeyê, jêderên AK Partiyê gotin ku di debarê pêvajoyê de çu nerênîbûn nîne û ew li gorî bernameya xwe kar dikin. Di vê çarçoveyê de, tê gotin ku di demekê kurt de hinek gavên kargêrî yên ku pêwîstî bi yasayê nîn e dê bêne avêtin. Îstîxbarata Tirkiyeyê jî trafîka peywendiyên xwe hem bi Qendîlê û hem jî li gel Îmraliyê bilez kiriye, û nirxandnê li ser gavên handana rêxistinê bo danîna çekan dike.
Jêderên AK Partiyê dibêjin: “Em ji destpêkê ve dibêjin ku ev pêvajo gav bi gav pêş dikeve. Renge hinek gîrobûn hebin, lê em behsa pêvajoyek bi sanahî nakin. Em guhê xwe nadine gotinên demkî yên din. Li vir muxatab Ocalan e. Ji ber vê yekê yekîneyên ewlehiyê her mijarekê bi Ocalan re nîqaş dikin. Di demekê nêzîk de dê pêşketinên nû hebin.”
MÎT dest bi amadekariyên teknîkî dike
Rêveberiya AK Partî li dijî derxistina çu yasayekê ye berî pêvajoya bêçekkirinê. Ew li ser wê helwestê berdewam in ku berî rêsa û yasa werne çêkirin, divê bêçekkirin bê piştrastkirin.
Di wê raporê de ya ku rêveberê MÎTê, Îbrahîm Kalin, vê dawiyê pêşkêşî rêveberiya AK Partiyê kirî, amadekarî li ser van xalan hatiye kirin: Nirxandin li ser mijarên wekî; dê çawa endamên bêçek yên PKKê werin wergirtin, dê çi bi serê çekan were, û ew endamên PKKê yên ku dê vegerin Tirkiyeyê dê di bin çi pêvajoyên yasayî de bin. Rêveberiya AK Partiyê her weha ji MÎTê xwest ku pêşniyarên xwe derbarê amadekariyên pêwîst pêşkêş bike. Hat gotin ku MÎT hem di debarê pêvajoyên yasayî û hem jî di debarê mekanîzmaya piştrastkirina danîna çekan de, mijûlî amadekariyên teknîkî ye.
Dê di fîlterekê re derbas bin
Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin, piştî ku amadekarî û çarçoveya kargêrî ya ku ji bo gerîla û endamên PKKê yên ku çekên xwe datînin, tên çêkirin, endamên PKKê yên ku dixwazin vegerin Tirkyeyê dê di fîltera mîkanîzma piştrastkirinê ya ku dê ji hêla dezgehên ewlehiyê ve were danîn, derbas bibin. Bi awayekî, desthilata vegera endamên PKKê dê bi vê mîkanîzma piştrastkirinê be.
Daxuyaniya Qendîlê rexneyan li pew xwe tîne
Di vê navberê de, daxuyaniya ku çend rojan berî niha ji hêla Murat Karayilan, fermandarê HPGê, hatiye kirin ku tê de gotibû “pêvajo hatiye cemidandin”, hem ji hêla Partiya DEMê û hem jî ji hêla Îmraliyê ve bertek li pey xwe anîn. Rayedarên Partiya DEMê diyar kirin: Em naxwazin peyva “cemidandin” bikar bînin. Gotinek bi vî rengî li dijî ruhê pêvajoyê ye, çunkî ev ne pêvajoyek e ku em bikarin bicemidînin. Renge hinek xalên sistbûnê hebin, lê binavkirina rewşa heyî wekî pêvajoyek “cemidandî” nêzîkatiyek zêde ye.