Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê: PKK’e bi awayekî sîstematîk hewl dide hemwelatî û endamên partiyên siyasî yên Herêmê teror bike

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê: PKK’e bi awayekî sîstematîk hewl dide hemwelatî û endamên partiyên siyasî yên Herêmê teror bike

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê îro 16/7/2024an daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, PKK’e hewl dide hemwelatî û kadro û endamên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê teror bike.

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand, di çalakiya xweya êrîşkariya dawîya di roja 15’ê Tîrmeha 2024’an de li bajarê Kelarê wesayîta berpirsekî paye bilind ê Hizbî bi bombeyeke pêvekirî hedef girt.

Di daxuyaniya Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê de hatiye, ” Di heyama sê salên derbasbûyî de, vê grûpa têkder çend welatî û endamên Hêzên Parastina Kurdistanê kirine armanc û beşek ji wan şehîd bûne, û di beşeke van karên xwe yên têkder de bi ser neketine û hatine sabotekirin.’

Daxuyaniya Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê bi vî awa ye:

Ev demeke rêxistina têkder a PKK’ê bi awayekî plankirî hewla terorkirina welatiyên herêmê û kadro û endamên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dide, bi karên xwe yên êrîşkarî zirarê didin ser û malê welatiyên herêmê.

Di çalakiya xweya êrîşkariya dawîya di roja 15’ê Tîrmeha 2024’an de li bajarê Kelarê wesayîta berpirsekî paye bilind ê hizbî bi bombeyeke pêvekirî hedef girt.

Di heyama sê salên derbasbûyî de, vê grûpa têkder çend welatî û endamên Hêzên Parastina Kurdistanê kirine armanc û beşek ji wan şehîd bûne, û di beşeke van karên xwe yên têkder de bi ser neketine û hatine sabotekirin.

Ev rêxistin li ser wê yekê ranewestiyaye, belku bi şewitandina cihên giştî, bazar û sokên mezin li Herêma Kurdistanê û navçeyên din, nefreta xwe nîşan didin û bûne sedema zirar gihandinê bi bazirgan û welatiyên hêja yên Herêma Kurdistanê.

Ev grûp bûye amûra bazirganî û belavkirina Narkotîkê, û çalakiyên neqanûnî li ser asta Herêmê û asta Navneteweyî encam dide.

Ev serdestiya grûpa wêranker a PKK’ê, siberoja herêmê dixe di xetereya herêmî û navnetewî de û bertekeke neyînî û nexwestî li pey xwe tîne, berdewamkirina van çalakiyan wê bê bersiv nemîne û konseya vê grûpê berpirse ji her derencam û bertekekî.

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê

16 Tîrmehê