Kurdan bertek nîşanî bêrêzîya Duran Kalkan a li Serok Barzanî kirî da û gotin hûnê hesab bidin

Kurdan bertek nîşanî bêrêzîya Duran Kalkan a li Serok Barzanî kirî da û gotin hûnê hesab bidin

Berpisyarê PKK’ê Duran Kalkan bi navê Selahattîn Erdem di rojnameya çapemeniya PKK’ê ya bi nave Yenî Ozgur Politika de nivîsek weşand. Di nivîsa Kalkan de gelek gotinên kirêt yên Barzanîyan dikin hedef hebûn. Duran Kalkanê nijad Tirk dîroka sed salî ya Barzanî weke dîroka xîyanetê nîşan da. Kalkan di gotara xwe de her kes vexwendiye şer li dijî Barzanîyan.

Li ser medyaya civakî bertekên mezin li ser nivîsa Kalkan a bêrêz derket. Kurdan li dijî gotara Kalkan dîroka tarî ya Kalkan û PKK’ê anîn bîra xwe.

Rojnameger û rewşenbîr Mehmet Sanrî der barê mijarê de ev tişt got: “Hema bêje hemû kadroyên payebilind û navîn ên ku ji PKK’ê derketine, di derbarê van înfazên hundirîn û êrîşên bi xwîn ên li dijî rêxistinên din her tim Duran Kalkan weke berpirs nîşan didin. Heman Duran Kalkan bi dehan salan PDK û Barzanîyê ku parçeya azad a Kurdistanê ava kirin kiriye armanca êrişên xwe ên yekane. Rastiya ku ev çeteyên PKK’ê naxwazin fêm bikin eve: Barzanî û PDK dewleta kurdî ye ku ev nêzî sed sal in nav lênehatî kirin. Herî dawî jî bi têkoşîna Barzanî û PDK’ê Kurdistana Federe bû xwedî statuyeke destûrî. Ji ber vê yekê ne zalimên herêmî û ne jî hêzeke emperyal nekarîn sedsalekê Barzanî û PDK’ê ji holê rakin.”

Li cîhanê de cihê ku Kurd lê xwedî statû ne, tenê Başûrê Kurdistanê ye

Dîsa nivîskar û siyasetmedar Aydin Dere bang li Duran Kalkan kir ku lêborînê ji gelê Kurd bixwaze û diyar kir ku gotinên Kalkan bêhurmetiya li gelê kurd e. Dere di hesaba xwe ya Twitterê de got kalkan jî mîna Fîgen Yûksekdag û Sezaî Temellî bêrêzî li nirxên Kurdan dike “Cîhan hemî rêzê nîşanî serok Barzanî dide hûn bêrêzîyê li vî nirxê Kurdan dikin loma jî hûn bêrêzîyê li hemû Kurdan dikin.” Hûn dixwazin dijminatiya nav Kurdan kûr bikin! “Hûn endamên dewleteke bêşaristanî ne”

Aydin Dere di daxuyaniya xwe de bal kişand ser giringiya Başûrê Kurdistanê ji bo Kurdan û wiha got:

1-Tenê beşa cîhanê ku ji bo gelê Kurd xwedî statû ye, Başûrê Kurdistanê ye.

 2-Cihê ku ala Kurdistanê lê bilind dibe, tenê Başûrê Kurdistanê ye.

 3-Cihê ku herî zêde nasnameya kurdî lê xurte, tenê başûrê Kurdistanê ye.”

Aydin Dere bang li Duran Kalkan kir ku cihê xwe nas bike û got, “Duran Kalkan tu kî yî! Ji ber ku mejiyê we 50 sal in kurdî red kiriye û hûn ji gelê kurd hez nakin hûn fêrî du peyvan kurdî nebûne. Dema hûn diaxivin hûn bi zanebûneke ku ji sempatîzanekî derbas nabe nezan in û li gorî qalekirina hevalên te, tu berpirsyarê sereke yê qetilkirina 8 hezar ciwanên Kurd ên leheng ên li Cizîr, Sûr, Varto û Nisêbînê yî. Tu di jiyana xwe de beşdarî şer nebûyî û te yek serkeftin bi dest nexistiye. Lê serok Barzanî ji 14 saliya xwe ve ji bo doza Kurd Pêşmergatî dike û tu ji kesekî wiha berz re dibêjî “xayîn” “yan dê lêborînê bixwazin an jî tu wê teqez hesaba vê yekê bidî.”

Pustên heman beş