Gundekî sinorê Pêncwînê hat bombebarankirin

sinorê Pêncwînê hat bombebarankirin

Gundê Badaneyê li sinorê Nahyeya Nalparêzê ya girêdayî qezaya Pêncwînê hat bombebarankirin. Birêveberê wê nahyeyê jî dibêje, “Çi zirarên canî ji wê bombebarankirinê çê nebûne.”

Birêveberê Nahyeya Nalparêzê ya girêdayî qezaya Pêncwînê Hêmin Îbrahîm îro (Çarşem, 17.07.2024) ji K24ê re ragehand, “Seet 07:00 ê serê sibeha îro, Gundê Badaneyê li sinorê Nahyeya Nalparêzê ya girêdayî qezaya Pêncwînê hat bombebarankirin.” Herwesa got, “Çi zirarên canî ji wê bombebarankirinê çê nebûne.”

Hêmin Îbrahîm amaje jî da, “Ji ber wê bombebarankirinê, nêzî 50 donemên pûş û pawanan şewitîne û ew şewat ji aliyê şêniyên wî gundî ve hatiye kontirolkirin.”

Navbirî eşkere jî kir, “Berî sê rojan jî gundê Nizareyê bi balafira şerî hat bombebarankirin.” Herwesa got, “Ev cara pêncê ye devera Pêncwînê di îsal de tê bombebarankirin.”

Gundê Badaneyê nêzî 15 kîometran ji Nahyeya Nalparêzê ya girêdayî qezaya Pêncwînê dûr e û 25 mal lê hene.

Çavkanî: Kurdistan 24

Pustên heman beş