Çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” 3 zarokên din ji gundewarê Hesekê revandin

Çeteyên PKK’ê"Ciwanên Şoreşger" 3 zarokên din ji gundewarê Hesekê revandin

Rêxistina çete a bi navê “Ciwanên Şoreşger” ya girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê 3 zarokên din ên biçûk ji gundewarê Bakurê Hesekê bi armanca tevlîkirina nava refên PKK’ê de revandin.

Li gorî Tora Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, di 15 Tîrmehê de, “Ciwanên Şoreşger” her yek ji zarokên bi navên (Omer Ciwan El-Îsa, Ayaz Covan Hac Mihemed û Mihemed Ebdul Rewuf Osman) ji gundê Tel Tewîl Merşa li gundewarê Bakurê Hesekê revandine û temenê wan di navbera 11-13 salan deye.

Tevî ku HSDê di Hezîrana 2019an de bi Netewên Yekgirtî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bidawî nebûye.

Malbatên zarokên revandî jî kiryarên Tevgera Ciwanên Şoreşger şermezar dikin û bang li rêxistinên ku girîngiyê didin mafên zarokan, rêxistinên navdewletî û aliyên pêwendîdar dikin ku fişarê li Rêveberiya Xweser û HSDê bikin ta ku çarenivîsa zarokên wan diyar bikin.

Pustên heman beş