Çeteyên PKK’ê 2 zarokên din li Rojava Kurdistanê revandin

Çeteyên PKK’ê 2 zarokên din li Rojava Kurdistanê revandin

Rêxistina çete ya bi navê “Ciwanên Şoreşger” ya girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê 2 zarokên din yên temen biçûk ji Rojava Kurdistanê bi armanca tevlîkirina nava refên PKK’ê de revandin.

Li gor agahiyan, “Ciwanên Şoreşger” zaroka bi navê Fîdan Hisên Bilu temen 14 salî, xelka gundê Xelalkê ya ser bi navçeya Bilbila Efrîna Rojavayê Kurdistanê ve bi armanca leşkerkirina neçarî di nav refên PKK’ê de revand.

Her wiha çeteyên PKK’ê yên bi navê “Ciwanên Şoreşger” tên naskirin keça bi navê Leyla Henan Mûşû ya 14 salî li gundê El-Ehdasa girêdayî herêma Şehba revand.

Leyla tevî malbata xwe ji gundê Qertqalqê navçeya Bilbilê ya Efrînê koçber bûne.

Tevî ku HSDê di Hezîrana 2019an de bi Netewên Yekgirtî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bidawî nebûye.

Malbatên zarokên revandî jî kiryarên Tevgera Ciwanên Şoreşger şermezar dikin û bang li rêxistinên ku girîngiyê didin mafên zarokan, rêxistinên navdewletî û aliyên pêwendîdar dikin ku fişarê li Rêveberiya Xweser û HSDê bikin ta ku çarenivîsa zarokên wan diyar bikin.

Pustên heman beş