Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê bi dehan kes bi tometa kirîn û firotina madeyên hişbir û bi dehan kes bi tometa bikaranîna madeyên hişbir girtin.
Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê îro 17ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de ragihand, “Di hewlên berdewam ên Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ji bo aramiya civakî, rûbirûbûna madeyên hişbir û avakirina civakeke saxlem berdewam de, Asayişa Herêma Kurdistanê bi hevkariya rêveberiyên din, ji 24ê Cotmeha 2023an heta 12ê Tîrmeha 2024an ve, bi dehan bazirganên madeyên hişbir girtin ku di nav wan de bazirganên navxweyî, biyanî û navdewletî hene û bi dehan kesên din bi tometa bikaranîna madeyên hişbir girtin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin jî, “Hevdem bireke mezin ji madeyên hişbir di nav de krîstal, krîstalên şil, heşîş, afyon, eroîn û marijuana hat desteserkirin. Herwiha çendîn kîlogram Captagon û bi hezaran pelên hebêb tramadol jî hatin desteserkirin.”