Çekdarên PKKê îro gulle berdan karwanê otomobîlên hejmareke hemwlatiyên sînorê parêzgeha Dihokê ku ji ser goristana yêk ji gundên derdor vedgerîn.
Çavkaniyên Darka Mazî îro roja pêncşemî 18\7\2024ê aşkere kirin ku çekdarên PKKê îro gulle berdane otomobîlên hejmareke hemwlatîyan ku ji ser goristana gundê Bilimbasa yê girêdayî nahyeya Çemankê vedgerîn û gulle bi otomobîla hemwlatiyekî bi navê “Mesûd Umer Çavşîn” ketiye.
Bûyer wisa bû:
Îro roja pêncşemî 18 tîrmeha 2024ê saet 9:00 sibehê hemwlatiyê bi navê “Teyb Bilimbasî” ku ji akinciyên nahya Çemanê ye miriye. Hemwlatiyên navçeyê cenazê wî rakirine goristana gundê Bilimbasa yê nahya Çemankê, li dema vegera otomobîlên wan, çekdarên PKKê li gundê Kanî Mazê gulle berdanê û gulleyek bi otomobîla hemwlatiyê bi navê Mesûd Umer Çavşîn ketiye.
Ev pêtrî mehekê ye, rêxistina PKKê liv û tevgera çekdarên xwe bi enqest xistîye dorbera gundên Dihokê û ev yêk bûye sedem ku ev gund dewam bikevin ber êrîşên hewayî yên dewleta Tirk û bi sedema şewatan zirarên herî mezin bi aqarê wan gundan ketiye, tevî vê bi dehan gund jî ketine jêr xeteriya çolkirinê.