Bi êrîşa asmanî li herêmên Gare û Xakurkê 8 çekdarên Partiya Karkeran hatin kuştin, hemwext li Rojava Kurdistanê 2 çekdarên PKKê/YPGê hatin hedef girtin.
Hat ragehandin ji duh roja çarşemî 17 Tîrmeha 2024ê balafirên şer yên dewleta Tirk liv û tevgera çekdarên PKKê li herêmên Gare û Xakurkê kirine armanc û 8 çekdar ketin ber êrîşan û hatin kuştin.
Her wiha li bakurê Sûryeyê jî 2 çekdarên PKKê/YPGê hatin kuştin.
Li gorî amarên 5 rojên rabûrî, ango ji 12 heya 16 tîrmehê, 37 çekdarên PKKê, li çiyayên Gare û Xakurkê yên li Başûrê Kurdistanê hatine kuştin.
Artêşa Tirkiyê pêtirî mehekê ye êrîşeke dijwar li dijî rêxistina PKKê li Başûrê Kurdistanê da ye destpêkirin, rojane gundên sînorê parêzgeha Dihokê bi sedema liv û tevgerên PKKê dikevin ber êrîşan û rûberên herî berfereh yên aqarên gundên dihokê şewtîne û zirarek mezin çêbûye.