Xeterîya herî mezin li ser gundên Dihokê PKKe ye

PKK-Turkey-Guherz-Info

Artêşa Tirkiyê bi êrîşên asmanî di 4 rojên rabûrî de bi dehan bombe li ser gundên Dihokê barandine, PKKe jî her ku diçe pêtir xwe nêzî gundan dike û dixwaze weren vala kirin û bibin qadên şer.

Li gorî bîlançoya 4 rojên rabûrî ya êrîşên Tirkiyê û paşvekişîna PKKê, 5 gund û navçeyên diyar yên Dihokê ketine ber êrîşan û tevî şewatên mezin, zirarek pir meznitir jî çêbûye.

Gundên ketine ber êrîşan evin:

Hindavî Guherzê.

Pişta Geliyê Dêreşê.

Şikefta Babekra.

Geliyê Bazê.

Çiyayê hindavî ‏ gundê Dêwîkê.

Êrîş wisa bûn:

Li 15/7/2024:

Demjimêr ‎7:55‏ Mexreb balafirên artêşa Tirkiyê tonela hindavî gundê Guherzê li nahyeya Dêrelokê li devera Nihêliya û her wiha pişta Geliyê Dêreşê li devera Berê Gare bordomankirine.

Li 16/7/2024:

Demjimêr ‎12:32‏ Şevê balafirên helîkopter yên artêşa Tirkiyê bi çeka doşkê li Şikefta Babekra li gelyê gundê Bazê li nahyeya Kanî Masê xistiye.

Demjimêr ‎12:40‏ Şevê balafirên artêşa Tirkiyê tonela hindavî gundê Guherzê bordomankirîye.

Li 17/7/2024:

Demjimêr ‎2:40‏ Nîvro balafirên artêşa Tirkiyê serê çiyayê hindavî ‏ gundê Dêwîkê li nahyeya Şêladizê bordumankiriye û yek mûşek lêxistiye.

Li 18/7/2024:

‏Demjimêr ‎3:00‏ Berî sipêdê balafirên helîkopter yên Tirkiyê tonela li hindavî gundê Guherzê bi çeka doşkê bordumankirîye.

Artêşa Tirkiyê pêtirî mehekê ye êrîşeke dijwar li dijî rêxistina PKKê li Başûrê Kurdistanê da ye destpêkirin, rojane gundên sînorê parêzgeha Dihokê bi sedema liv û tevgerên PKKê dikevin ber êrîşan û rûberên herî berfereh yên aqarên gundên Dihokê şewtîne û zirarek mezin çêbûye.

Pustên heman beş