Hejmareke leşkerên Tirk û çekdarên PKKê, îro bi hevre li gundekî Dihokê bûn û pirsa hev kirine, ev jî dihête wateya ku “lihvekirineke jêr bi jêr” di nêvbera rêxistinê û artêşê de ji boy wêrankirina herêmê û veguherendina wê bo qadên şer heye.
Çavkaniyên taybet yên “Darka Mazî” eşkere kirin, îro roja pêncşemî 18 Tîrmeha 2024ê li yêk ji gundên Dihokê ku ev dema mehekê ye pevçûnên derew yên PKKê û artêşa Tirkiyê tê de tên encam dayîn, hejmareke leşkeran ketin tê de û pirsa hinek çekdarên rêxistinê ji muxtarê gund kirine.
Ji boy parastina jiyana şênî û muxtarê gund, emê navan parvenekin:
Bûyer wisa bû:
Îro roja pêncşemî 18 Tîrmeha 2024ê saet 1:30ê nîvro, hejmareke leşkerên Tirkiyê derbasî gundekî navçeya Kanî Masê bûn û çûn mala muxtarê gund û daxwaza ava vexwarnê kirin. Leşker bo demekê man û piştre çûn nav aqarê gund.
Paşê li saet 5 êvarê 4 çekdarên PKKê ku 3 ji wan jin û yek zilam bûn, derbasî heman gundê navçeya Kanî Masê bûn. Ewl ew çûne pişta mala muxtar. Paşê muxtar û hinek ji şêniyên gund çûne cem wan, çekdaran pirsa leşkerên Tirk kirin gotin: “Qey leşker hatine nava gund?”, Di bersivê de muxtar go ku wan ti kes ne dîtiye.
Her wiha muxtar û şêniyên gund ji çekdarên PKKê re go: “Em naxwazin hûn li gund bimînin û şerê xwe li vir bikin”. Piştre ji çekdaran re go: “Heger hûn teslîm bibin, malên me ji boy we wê ewle bin”.
Tevî ku çekdarên PKKê, muxtar û şêniyên gund bi çend gotinan xapandin wexta ji wan re gotî ku wan ferman ji rêveberîya rêxistinê heye ku şer di nava gund de nekin, lêbelê ew ji gund derneketin û ketin dibistana gund de.
Paşê muxtar û şêniyên gund çûn cem çekdarên ku xwe di dibistanê de asê kirî û jê xwestin dibistanê û gundê wan cî bihêlin.
Piştî ku demekê li wir man, piştre otomobîleke ji curê Toyota Camry reng sipî hat nava gund, du Gerîla tê de bûn wan jî heman pirs ji muxtar û şêniyên gund kir eger leşkerê Tirk hatibe nava gund, piştre ew otomobîl çû nêzî dibistanê û piştre bo rîya gundê Çimbilkê ve çûn.
Çekdarên ku di dibistanê de jî xwe asê kirbûn derketin û ber bi rîya gundê Tîşembîkê ve çûn.
Kadroyên PKKê û leşkerên Tirk li aqarê gund hevdîtin encam da ne